Ji BDP’a Kiziltepê ziyareta girseyî a ji bo taziya gerîla Ulug
Ji BDP’a Kiziltepê ziyareta girseyî a ji bo taziya gerîla Ulug
Ji BDP’a Kiziltepê ziyareta girseyî a ji bo taziya gerîla Ulug
Rêxistina BDP’a Navçeya Kiziltepê konê sersaxiyê yê ku ji bo gerîla abdurrahim Ulug ku di sala 1994’an de li Çiyayê Tendurekê li gel 8 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî ku li gundê Hecî Hemîd yê navçeya Kiziltepe ya Mêrdînê hatî vedan ziyaret kir.
Abdurrahim Ulug ku di sala 1992’an de tevlî gerîla bûyî û di pevçûnekî di sala 1994’an jiyana xwe ji dest dayî, malbata wî a ku di rojên derbazbûyî de zanî, Şubeya MEYA-DER’a Kıziltepê li gundê Hecî Hemîd yê ku malbata wî lê dijî konê sersaxiyê danî. Konê sersaxiyê ji aliyê Serokê BDP’a Navçeya Kiziltepê Fettah Tekin, Parlementerê BDP’ê Erol Dora, Serokê Şaredariya Kiziltepê Ferhan Turk, Serokê Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamê MYK’a BDP’ê Faruk Saglam, endamên însiyatîfa Dayikên Aştiyê û ji aliyê bi dehan kesî ve hate ziyaret kirin.
Girseya ku di ketina gund de ji wesayitên xwe hatin xwarê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Abdurrahim Ulug higirtin heya konê sersaxiyê meşiyan li ser hev dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” qêrîn.
Konê taziyê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên PKK’ê li gel alên KCK’ê hatin daleqandin, girseya ku dihate vir piştî xwendina fatihan ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqek rêzgirtin.
Piştre Parlementerê BDP’a Mêrdînê Erol Dora û kekê Abdurrahim Ulug halil Ulug axivîn. Piştî axaftinan girse bi qêrkirina dirûşman ji konê taziyê veqetiyan.