Ji artêşa Tirk keşif û bombebaran

Ji artêşa Tirk keşif û bombebaran

Keşif û bombebarana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku topbaran û tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berfirehî dewam dikin.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Ev du roj in li herêma Sumbul a navçeya Colemêrg Geverê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ji bo keşfê di nava tevgerê de ne. Keşfa balafiran li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî zêde bûne" û ev agahî hat dayîn:

"Di navbera 9'ê Mijdarê saet 18:00 û 10'ê Mijdarê (îro) saet 06:40 de li herêma Zapê balafirên keşfê di nava tevgerê de bûn.

Di 8'ê Mijdarê navbera saet 14:00 û 19:00 de, girê ewlekariyê yê qereqola Bilican a li nêzî sînorê herêma Zapê, qada Talisa û derdora wê, Tepê Avareş, Tepê Şehîd Karwan û Boxaza Erbîşê bi topên hawanê û tankan hatine bombekirin. Her wiha balafirên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li ser van herêmên hatine bombekirin, di 8'ê Mijdarê ji saet 19:00 heta 9'ê Mijdarê saet 03:30 firiyane û keşif kirine."

TEVGERA LEŞKERÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê diyar kir, ku ev sê roj in li gundên Tizyan û Berniştê yên navçeya Mêrdîn Stewrê tevgera leşkerî hatiye jiyîn. Navendê ragihand ku leşkeran avêtine ser gundên Tizyan û Berniştê û di serdegirtin û operasyonê de cerdevanên gundê Berniştê jî amade bûn.

HPG'ê da zanîn ku îro saet di 09:00 de, li girê Meymûn û derdora wê yên li ser xeta sînor a Heftanînê, bi armanca leşkerî xebatên çêkirina rê jinûve destpê kirine.