Îtfayeyên Silopî û Cizîrê mudaxeleyî şewata li Zaxo kirin
Îtfayeyên Silopî û Cizîrê mudaxeleyî şewata li Zaxo kirin
Îtfayeyên Silopî û Cizîrê mudaxeleyî şewata li Zaxo kirin
Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li cihê petrol lê tê depo kirin agir pê ket. Di encama şewatê de 2 jê hemlwelatiyên Tirkiyeyê 3 kes birîndar bûn, 6 tanker jî şewitîn. Îtfayeyên Şaredariya Cizîr û Silopiyê mudaxeleya agir kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li cihê ku petrol lê tê depokirin ê aydê Irak Oilê ku 5 kîlometre nêzî sînorê Tirkiyeyê ye û 10 kîlometre dûrî Zaxoye, di encama teqîna tankerekê de agir pêket. Agirê ku ji aliyê navçeya Silopî ya Şirnexê ve biçav dihat dîtin, îtfayeyên şaredariyên Cizîr û Silopiyê derbazî Başûrê Kurdistanê bûn û mudaxeleyî agir kirin.
Hate hînbûn ku, agirê di 2 depoyên sotemeniyê yên nêzî 20 metre de derketî, 2 jê hemwelatiyên Tirkiyeyê 3 kes giran birîndar bûne. Hate zanîn ku, yek ji birîndaran anîn Tirkiyeyê û yên din jî şandine nexweşxaneyên Dihokê.
Agirê ku hate vemirandin, 6 tanekerê ku piraniya wan ji Tirkeyeyê çûn şewitîn û êdî kêrî bikaranînê nayên. Li herêma şewatê pêşmergeyan tedbîrên ewlekariyê girtin.