Îsa Huso li Bernê hat bîranîn

Îsa Huso li Bernê hat bîranîn

Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê hefteya bihurî di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swîsre Bernê hat bîranîn.

Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê hefteya bihurî di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swîsre Bernê bi çalakiyekê hat bîranîn. Di çalakiya bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurd a Bernê de li gel nûnerên saziyên ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes amade bûn. Nûnerê Civaka Azad di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku azadiya Rojava, deriyê azadiyê yê tevahiya Kurdistanê ye.

Nûnerê Civaka Azad da xuyakirin ku êrîşa li dijî Îsa Huso nayê qebûlkirin û anî ziman ku êrîş bi destê hêzên dagirker ve ji aliyê çeteyên El Qaîdeyê ve tên kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku roj roja xwedîderketina li Rojava ye.