Însiyatîfa Gel: Em bi ruhê serhildanê xwedî li cenazeyê Yildirim derkevin
Însiyatîfa Gel: Em bi ruhê serhildanê xwedî li cenazeyê Yildirim derkevin
Însiyatîfa Gel: Em bi ruhê serhildanê xwedî li cenazeyê Yildirim derkevin
Însiyatîfa gel a Amedê, bang li hemû kesî kir ku evli merasîma cenazeya Medenî Yildirim yên ku duh li Licê hat qetilkirin bibin. Însiyatîfê da zanîn ku dê ji bo merasîma cenazeya Yildirim set di 10.00’an de li ber mizgefta Bayramoglu bên cem hev û wiha got: “Gelê me divê bi ruhê serhildanê xwedî lê derkeve û helwesta xwe dane holê. Divê xwedî li şehîd û birîndarên xwe derkevin. Ji bo vê jî divê hemû qadan biguherin serhildanê.” Însiyatîfê her wiha ji bo tevlibûnameşa KCD’ê ya ‘Hikûmet pêngavê bavêje’ jî bang kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê balkişand ser banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de û got: “Pêngava yekemîn bi dawî bû û em ketin pêngava duyemîn. Niha divê êdî hikûmet pêngavan bavêje.Li ser banga serokatiya me Partiya me ji Bakûrê Kurdistanê vekişiya Qadên Parastina Medya. Ev pêngava ku wek pêngava yekemîn dihat binavkirin, temam bû. Ya duyemîn jî pêngava hikûmetê ye. Lê mixabin hêj AKP û TC tu pêngav neavêtiye. Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi gotinên xwe yê provokatîf û dîktator pêvajoyê tahrîk dike. Her wiha bi awayekî zelal derkedikeve holê ku hikûmet di neçareseriyê de bi israr e.
Însiyatîfê civîna Recep Tayîp Erdogan ya bi Aqilmendan re jî bibîrxist û wiha got: “Serokomar Abdullah Gul, serokwezîr Erdogan û Kîmyasal Necdest civîn çêkirin û piştî civînê Erdogan daxuyaniyek da û ev daxuyanî ji bo polîs û leşkerên tirk bû talîmat. Bi vê talîmatê artêşa tirk û polîsên wê bi awayekî faşîne êrîşê gelê me yê Licê kiriye.
Însiyatîfê anî ziman ku ciwanekî kurd hatiye qetilkirin û 4 jê giran 10 kes birîndar bûne û got: “Berpirsyarê vê bûyerê Erdogane. Di vê pêvajoya ku divê dewletê pêngav bavêje, bi gotinên xwe yên komkujiyê israra xwe ya neçareseriyê careke din daniye holê. Divê hemû gelê me hesabê vê bipirse. Divê xwedî li cenazaya Medenî Yildirim derkevin.”