Înîsiyatîfa Gel: Roja Pêncşemê wê li Amedê jiyan bisekine!

Înîsiyatîfa Gel: Roja Pêncşemê wê li Amedê jiyan bisekine!

Înîsiyatîfa Gel a Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Amedê kir, ku roja Pêncşemê ji bo Kobanê jiyana li bajêr bisekinîne.

Înîsiyatîfa Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji AKP'ê piştgiriyê dibînin, ev 15 roj in bi tank û topan êrîşî Kobanê dikin û gelê Kobanê li dijî vê berxwedaneke mezin nîşan dide.

Înîsiyatîfa Gel da xuyakirin ku nerazîbûn û destwerdana hêzên navneteweyî ya li rewşê cidî nîne û got, "Eger gelê Kurd xwe neparêze wê kes tiştekî neke. Divê parastina Kobanê li her derê be. DAIŞ çi be AKP jî ew e."

Înîsiyatîfa Gel ji gelê Amedê xwest ku hem biherike ser sînor ku pêşî li derbasbûna çeteyan bigire, hem jî li her cihê lê ye bi çalakiyan xwedî li berxwedana li Şengal û Kobanê derkeve.

Înîsiyatîfê ev bang kir: "Pêwîst e di 2'ê Cotmeha 2014'an roja Pêncşemê de jiyan li Amedê bisekine. Divê ti dikandarekî me yê welatparêz dikana xwe veneke, wesayîta xwe nede xebitandin, ti malbat zarokên xwe neşînin dibistanê. Eger em ê li ber xwe bidin, divê em îro li ber xwe bidin. Hewceye gelê Amedê bi pêşengiya jin û ciwanan dakeve kolanan. Em bang li gelê xwe dikin ku li her cihî dakeve meydanan, agir dade, benda deyne û li ber xwe bide."