Înîsiyatifa Gel a Colemêrgê: Piştî leşkeran em ji Girê Rehmo dakevin
Înîsiyatifa Gel a Colemêrgê: Piştî leşkeran em ji Girê Rehmo dakevin
Înîsiyatifa Gel a Colemêrgê: Piştî leşkeran em ji Girê Rehmo dakevin
Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê banga protestokirina qereqol û kelehqolên ku AKP di pêvajoya çareseriyê de daye destpêkirin kir. Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê ji bo meşa sibê ya wê ber bi Girê Rehmo ve were lidarxistin bang li gelê Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Xirwate, Gever û Bajêrgeh kir da ku bi awayekî bihêz beşdarî meşê bibin û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo û gerîllayên rêwiyên azadiya me bi awayekî tenduristî derbas bibin em bang li gelê Colemêrgê dikin da ku meşa wê ber bi Tepeyê Rahmo were lidarxistin bi hêz bikin û heta leşker ji wî girî danekeve li wir bimînin.
Înîsiyatîga Gel a Colemêrgê, ji bo li ser rêyên ku gerîlla derbas dibin leşker têne bicihkirin û çêkirina qereqolan were protestokirin daxuyaniyek weşand. Înîsiyatîfa ku dibêje, “Gelê Kurd ê bi zîhniyeta dagirkerî û mêtingeriyê re şer dike, ev 30 sal in bi Tevgera Azadiyê re bi berxwedana bi heybet a li çiyayan, di meşa çareseriyê ya gerîlla de di rêya azadiyê de pêşve diçe” wiha berdewam dike: “Ji bo piştgiriya ji pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin gerîlla jî derdikevin derveyî sînor. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê çeperên ku gerîlla vala kirine bi nêzîkatiyeke firsendperest hewl dide bi çêkirina qereqolan dagire û cihên ku gerîlla vedikişin bi leşkeran tijî dike. Ev nêzîkatî pêvajoya çareseriyê sabote dike.
‘PIŞTÎ LEŞKERAN EM JI GIRÊ REHMO DAKEVIN’
Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê ji bo meşa sibê ya wê ber bi Girê Rehmo ve were lidarxistin bang li gelê Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Xirwate, Gever û Bajêrgeh kir da ku bi awayekî bihêz beşdarî meşê bibin û got ku, heta leşker ji girn nedekevin bila gel li wir bimîne.
Înîsiyatîfa Gel a Colemêrgê ev xal destnîşan kir: “Ji bo ji nêzîkatiya provokatîf û sabotekirinê ya hikûmeta AKP’ê re bêjin, raweste, di 22’ê Hezîranê de ji bo azadiya aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo û rêwiyên me yên azadiyê gerîlla bi awayekî rehet û bi tenduristî derbas bibin, em bang li gelê Colemêrgê dikin da ku meşa ber bi Girê Rehmo mezin bikin û heta leşker ji gir danekevin li wir bimînin.”