ÎHD a Mêrdînê: 3 kesên li ser sînor bê daraz hatin qetilkirin
ÎHD a Mêrdînê: 3 kesên li ser sînor bê daraz hatin qetilkirin
ÎHD a Mêrdînê: 3 kesên li ser sînor bê daraz hatin qetilkirin
Piştî ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo 3 sivîl ên derbasî Tirkiyê dibûn hatin qetilkirin, heyetek ji ÎHD Şaxê Mêrdînê li cihê bûyerê lêkolîn kir. Di rapora piştî lêkolînê hat amadekirin de hat gotin ku 3 kesên mijara gotinê bêpirs û bêdaraz hatine qetilkirin.
Heyet ÎHD'ê ya ji Serokê Şaxê Mêrdînê Erdal Kûzû, Sekreterê Şaxê Beşîr Dundar û rêveberên komeleyê Huseyîn Cangîr û Kamûran Tanhan, li cihê 3 sivîlên hewl dan ji sînorê Rojava derbasî Tirkiyê bibin hatin qetilkirin, lêkolîn pêk anîn.
Di rapora piştî lêkolînê de hat ragihandin ku şêniyên herêmê gotine, "li cihê mijara gotinê timî sivîl derbas dibin, ev yek ji aliyê leşkeran ve tê zanîn, heta niha bûyereke bi vî rengî rû nedaye, çima ev bûyer rû daye nizanin."
Hat diyarkirin ku bûyer di 17'ê Mijdarê saet di navbera 01:30-02:00 de rû daye û ambûlans serê sibê saet di 07:00 de çûne cihê bûyer û hat gotin ku Walîtiyê bi daxuyaniyeke nivîskî aniye ziman ku yên hatine qetilkirin li hişyariya "raweste" guhdarî nekirine lewma hatine qetilkirin û nasnameya wan nehatiye tespîtkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber şerê navxweyî yên li Sûriyê ji ser sînorê Nisêbîn û Dirbêsiyê mirov bi awayekî fermî û ne fermî derbas dibin û hat gotin, "Ev rastî ji aliyê tevahiya gelê herêmê û rayedaran ve jî tê zanîn. Heta vê mehê, di van bûyeran de çek nehatiye bikaranîn, lê belê di meha dawî de ji ber destwerdana bi çekan 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî lêkolînên komeleya me, bûyerek bi vî rengî li Hatayê ku li ser sînorê Sûriyê ye, neqewimiye."
Di rapora lêkolînê ya ÎHD'ê de ev tespît hatin kirin.
1- Diyare ku mirovên jiyana xwe ji dest dane ji herêma Rojava hatine, sivîl in, bi îhtimaleke mezin dê serlêdana penaberiyê bikira yan jî ji bo debara xwe dê bazirganî bikira. Ti agahiyeke fermî yan jî ne fermî nîne ku ev çek xwedî çek in.
2- Qetilkirina 3 mirovan bi awayekî zelal li gorî peymana navneteweyî û qanûnên huqûqa navxweyî 'kuştina bêdaraz e."
3- Eger li devereke din a cîhanê biqewimiya, dê erd bihejiya. Lê Walîtiyê bi du hevokan weke bûyerek xwezayî nîşan da. Ev yek nayê qebûlkirin û helwestek li derveyî mirovahiyê ye.
4- Cesedên 3 welatiyên mafên wan ên jiyanê ji dest hat girtin nêzî 5 saetan li cihê bûyerê hatin hiştin û bi ti awayî destwerdaneke tibî nehat kirin. Ev yek jî wehameta "kuştina bêdaraz" zêdetir dike.
5- Ji ber ku piştî bûyerê Serdozgerê Komarê neçû cihê bûyerê, dibe ku delîl hatibin reşkirin.
6- Fikar hene ku polîtîkaya "cezanekirin" a ji bo wezîfedarên dewletê dewam bike û der heqê mijarê de lêpirsîn neyê vekirin.
7- Divê Walîtî der barê mijarê de lêpirsîna îdarî bide destpêkirn, berpirsyaran tavilê ji wezîfeyê bigire, ji raya giştî û malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest dane, lêborînê bixwaze.
8- Pêwîste Saziya Kontrola Cemaweriyê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê der barê kuştina bêdaraz a li sînorê Rojava komîsyona lêkolînê ava bike.
9- Heyeta ÎHD'ê di wê baweriyê de ye qetilkirina 3 sivîlan li gorî peymana navneteweyî û pîvanên huqûqa neteweyî 'kuştina bêdaraz' e. Dixwaze ku der heqê bûyerê de lêpirsîneke vekirî û objektîf bê meşandin, berpirsyar werin darizandin. Her wiha dê bibe şopdarên bûyerê.