Îdiaya gêrîlayan şefê şantiyeya çêkirina qereqolê desteser kir

Îdiaya gêrîlayan şefê şantiyeya çêkirina qereqolê desteser kir

Hate îdiakirin ku, li nêzî gundê Kaymaztepe ê navçeya Pilemûra Dêrsimê komeke hate gotin gêrîlayên HPG’ê ne, rê birîne û şefê şantiyê Abdullah Başyîgît yê ku çêkirina qereqola cendirmeyan girtî ser xwe, desteser kirine.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, komek ya çekdar li nêzî Gundê Kaymaztepe ê navçeya Pilemûrê rê biriye, şefê şantiyeyê Abdullah Başyîgît ku qereqola cendirmeyan çêdike desteser kiriye û kamyonek jî şewitandine. Piştî ku bûyer hate bihîstin li herêmê operasyon hate destpêkirin û wesayîta şewitî ji herêmê derxistin.