Îdîaya El Partî û El Nûsra bi hev re rûniştin
Îdîaya El Partî û El Nûsra bi hev re rûniştin
Îdîaya El Partî û El Nûsra bi hev re rûniştin
Partiya El Partî ya bi serokatiya Abdûlhakîm Başar ku li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişan li nerazîbûnê rast tê, hat îddîakirin ku rayedarên wê bi Eniya El Nûsra ya baskê El Kaîde ya Sûriyê ye, hevdîtin kiriye. Hat ragihandin, di hevdîtinê de biryar hatiye stendin El Partî li Rojavayê Kurdistanê bê destekkrin û Cephet El Nûsra jî ji bo vê, derfetên xwe bikar bîne.
Çavkaniyeke nêzî hevdîtinê yê nexwest navê xwe bide da xuyakirin ku di navbera El Partî ya ji Herêm Federal a Başûrê Kurdistanê destekê dibîne û El Nûsra (bi navê xwe yê nû "el Dawla el Îslamiye") hin rêze hevdîtin pêk hatine.
Hat îddîakirin ku di van hevdîtinan de biryar hatiye stendin El Partî li herêmê bê destekkirin û Cephet El Nûsra jî bi vê armancê derfetên xwe bikar bîne. Hat gotin, di berdêla vê de jî El Partiyê soz daye ku li herêmê û ji ser Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bide El Nûsra.
Ji ber girtina deriyê sînor ê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê û ambargoya aboriyê gel rojên zehmet dijî û bi taybetî di pêvajoyeke ku pêdiviya gazê nayê tedarikkirin de, tê gotin alîgirên El Partî tupên gazê bi erzanî belav dikin û vana jî ji El Nûsra distînin.
Hevdîtina mijara gotinê ya navbera El Nûsra ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ve di lîsteya "rêxistinên terorîst" de hatiye bicihkirin û El Partî ya ji aliyê PDK'ê ve tê destekkirin, rê li ber nerazîbûnên mezin vedike.
Rêxistina El Nûsra ji bo bi taybetî xwe ji lîsteya "rêxistinen terorîst" derxîne, navê bi "El Dawla el Îslamiye" guhertiye. Ev kom yek ji wan komên ji 25'ê Gulanê û pê ve êrişî hin gundên Efrînê dikir, bû.
74 endamên El Partî (Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyê) jî, di 18'ê Gulanê de gava ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn, hatibûn binçavkirin. Di 19'ê Gulanê de jî, Herêma Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê, deriyên xwe bêyî ku haya wan bigihîne, li xuşk û birayên xwe yên Kurd ên li aliyê din girtibû. Ev derî hînê venebûye.
Serokê vê partiyê Abdulhakîm Başar, li xwe mikur hatibû ku têkiliya wan bi Tirkiyê re heye. Abdulhakîm Başar ê timî PYD û YPG'ê bi hevkariya bi rejîma Sûriyê tewambar dike, di hevpeyvîneke xwe ya 3'ê Tebaxa sala 2012'an de bi rojnameya Hurriyetê re kiribû de gotibû, "Gava Esad ket û me kontrol xistin destê xwe, emê nehêlin PKK li ti deverê xwe bigire. Sînorê me ne qadeke çiyayî ye. Lewma emê bi hêsanî karibin kontrol bikin."
Ji pirsa "Hûn bi Tirkiyê re di nava têkiliyê de ne, hûn bi kê re rûniştin?" Başar ev bersiva balkêş dabû: "Ez nikarim ji we re bêjim ku bi kê re hevdîtin kirime, lê dikarim behsa mijara em li ser axivîne bikim. Min ev tişt ji wan re got; Di mînaka Iraqê de jî em dibînin ku herçend navbera Tirkiyê bi Bexdayê re nebaş be jî, bi navbeynkariya Herêma Kurd berjewendiyên xwe diparêze. Em dixwazin heman mînakê li Sûriyê jî dewam bikin. Emê li Sûriyê bibin garantiya berjewendiyên Tirkiyê. Berjewendiyên Tirkiyê her tim li dijî yê cîranan bû. Li vê herêmê zehmete ji Tirkiyê re dostek were dîtin. Ji bo vê dostaniyê jî Kurd namzetên herî baş in."
Derketibû holê, di Hezîrana sala 2012'an de li Hewlêrê di navbera Tirkiye, Emerîka, Îsraîl, Herêma Federal a Kurdistanê û hin partiyên ji Rojavayê Kurdistanê hevdîtineke veşartî pêk hatiye. Di civînê de li dijî PYD'ê hin biryar hatibûn stendin û ev biryarên wan têk çûbû. Di civînê de Abdulkahîm Başar jî amade bû.