Îdîaya du kesan li Qereyaziyê pere ji El Nusra re kom kirin

Îdîaya du kesan li Qereyaziyê pere ji El Nusra re kom kirin

2 kes bi îdîaya dê zexîre û pereyên ku ji nava gel kom kirin ji bo alîkarî û piştgiryê ji koma çeteyan a El-Nusrayê re bişandiba, ji aliyê welatiyan ve hatin girtin.

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê 2 kes ji aliyê welatiyan ve bi îdîaya ji bo alîkarî û piştevaniya çeteyên El-Nusra ku li dijî Kurdên Rojava êrîşên komkujiyê pêk tîne pere û zexîre kom kirine hatin girtin. Hat diyarkirin ku, 2 kesên ku ji nava gel pere û zexîre kom dikirin bi maşîneya plakeya Amedê li nava gel digeriyan. 2 kesên ku bi pereyeki zêde û zexîreyên zêde hatin girtin, li ser wan ewraqên bi nivîsa erebî hatin bidestxistin.

Welatiyên navçeya Qerezayiyê diyar kirin ku, kesên ji bo alîkarî û piştevaniya El Nusra pere û zexîre kom kirin bi taybetî jin kirin hedefa xwe û wiha gotin: "Kesên dema pere û zexîre kom dikirin ji jinan re digotin hûn dê di bihiştê de xelatê wergirin. Bi taybetî xwestin jinan bixapînin. Digotin em jî kurd in û ji Amedê ne. Êdî dem dema xelaskirina îmanê ye. Divê hemû Kurd û misliman alîkariya bidin El-Qaîdeyê. Divê êdî YPG û PKK xelas bibe.

Ji aliyê welatiyan ve dîmen hatin kişandin û 2 welatiyan diyar kirin ku ji ber van pêkanînên xwe poşman bûne.