HPG: Li Şengalê 6 çete hatin kuştin
HPG: Li Şengalê 6 çete hatin kuştin
HPG: Li Şengalê 6 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengal, diyar kir ku li hember êrîşa çeteyên DAIŞ a 27’ê Mijdarê saet 23.00’an li hember gundê Xiriko yê Şengalê gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YBŞ’ê û gerîlayên MLKP’ê bersiv dane. Di şer û pevçûnên ku rû dane 6 çete hatine kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku çeteyên DAIŞ’ê 27’ê Mijdarê saet 23.00’an li hember gundê Xiriko yê Şengalê êrîşek pêk anîne. Fermandariyê diyar kir ku HPG, YJA Star, hêzên YBŞ’ê û gerîlayên MLKP’ê bersiv dane çeteyan û got, “Şer û pevçûn heta sibehê dewam kirin. Di encama şer û pevçûnan de 6 çete hatine kuştin û gelek cebilxaneya wan ketiye destê gêzên me yên gerîla.”
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir ku kelûpelên leşkerî yên hatine bidestxistin ev in:
- 2 adet çekên BKC
- Çekek B-7, 4 roketên B-7 û haşwe
- 2 keleşnîkof
- Çekek M-16
-5 bombeyên destan
-2 zincîrên BKC
-20 şarjorên M-16
-600 guleyên M-16
-9 şarjorên keleşnîkof
-270 guleyên keleşnîkof
-2 rextên keleşnîkof
-Cîhazek biçûk