HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di 2010 de bi komplo hatin kuştin eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di 2010 de bi komplo hatin kuştin eşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, nasnameya 3 gerîlayên di sala 2010'an de di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Di sala 2010'an de sê hevalên me yên li ser wezîfeya xwe bûn, ji aliyê şexê bi navê Server (Star Cemil) bi xayintî ketibûn nava me ve hatin şehîdkirin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê da xuyakirin, ku nasnameya hersê gerîlayên bi komployekê jiyana xwe ji dest dane, Cemîl Atabay bi navê kod Newzat Erdal, Ekrem Aksoy bi navê kod Denîz Bradost û Îsmaîl Ûzûnbey bi navê kod Firat Amed in.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin; "Hersê hevalên me yên li ser wezîfeya xwe bûn, ji aliyê şexsê bi navê Server(Star Cemil) ê bi xayintî kete nava me ve, hatin şehîdxistin. Vî şexsî piştî vê xayintiya xwe, xwe avêtiye hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û fikiriye ku xiyaneta xwe li nava gelê me yê Başûrê Kurdistanê karibe bijî. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê, li Kurdistanê bi ti awayî cih nedaye xayintiyê. Di dîroka têkoşîna me de, yên xwe bi xayintiyê xwedîkirin, her tim cezayê heq kirine, dîtine. Bila gumana ti kesî tinebe, weke HPG'ê emê hesabê vê xiyanetê bipirsin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hersê têkoşerên Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane, yek ji têkoşerên giranbuha yên azadiya Kurdistanê ne û bîranîn, dilsozî, bawerî û hevaltiya wan, wê rêya azadiyê ronî bikin.

Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan weha hatin eşkerekirin:

Navê kod: Newzat Erdal
Nav-Paşnav: Cemîl Atabay
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê Dê û Bav: Aynûr - Kamîl
Dem û cihê şehadetê: Adar 2010, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navê kod: Denîz Bradost
Nav-Paşnav: Ekrem Aksoy
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Hasîne - Nûsrettîn
Dem û cihê şehadetê: Adara 2010, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navê kod: Firat Amed
Nav-Paşnav: Îsmaîl Ûzûnbey
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê Dê û Bav: Şennûr - Alî
Dem û cihê şehadetê. Adara 2010, Herêmên Parastinê yên Medyayê