HPG: Artêşa Tirk li navçeyên Amedê dest bi operasyonê kir
HPG: Artêşa Tirk li navçeyên Amedê dest bi operasyonê kir
HPG: Artêşa Tirk li navçeyên Amedê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk li navçeyên Amedê dest bi operasyonê kir. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku artêşa Tirk îro danê sibê saet di 06.00 de li bejahiya navçeyên Pasûr, Hezro û Licê derketiye operasyonê.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Roja 26'ê Hezîranê saet di 06.00 de bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên Skorskî, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Amed Pasûr, Hezro û Licê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyon bi desteka maşînên zirxî pêk hatiye. Operasyon li Geliyê Gudernê, Mala Çalê, Deşise û Reşanê, dorfireh bûye."