Hosteyên 'Paqijok' xelatên xwe wergirtin
Hosteyên 'Paqijok' xelatên xwe wergirtin
Hosteyên 'Paqijok' xelatên xwe wergirtin
Karker û Hosteyên li Kargeha Çêkirina Maşînan a Şaredariya Sûre, maşîneke paqijiyê ya bi navê "Paqijok" ava kirin û bi vê berhema xwe re ji Şaredar Abdullah Demîrbaş xelat stendin.
Karker û Hosteyên li Kargeha Çêkirina Maşînan a Şaredariya Sûrê, ku beriya niha pêlîstokên zarokan û konteynirên sergo yên bi traktoran tê ve kirin, çêkirin niha jî maşîneke bi motor a paqijiyê ya bi navê "Paqijok" afirandin. Karker û Hosteyan, ji ber vê berhema xwe bi merasîmekê xelat stendin.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş li merasîmê peyivî û da xuyakirin, ku weke Şaredariya Sûrê ewê bi derfetên xwe hilberînan bikin û bi vî rengî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gaveke yekane bi avêjin. Demîrbaş diyar kir ku ew bi hosteyên xwe piştrast in û ji bo hîn bêtir biafirînin, xelatan didin wan.
Di merasîmê de, Şaredar Demîrbaş, Alîkara Şaredar Azîze Kûtlû, Turkî Gultekîn û Cîgirê Şaredar Kemal Guler, xelatên hosteyan dan wan.