Hêzên rejima Îranê êrîşî kasibkarên Kurd kirin
Hêzên rejima Îranê êrîşî kasibkarên Kurd kirin
Hêzên rejima Îranê êrîşî kasibkarên Kurd kirin
Li Pîranşarê rejima Îslamî ya Îranê êrîşî kurdên li ser sinor bazirganiyê dikin, kirin û di encamê de 10 hespên kasibkaran qetilkirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, li gundê Dêlzê û Gezgesk ên girêdayî bajarê Pîranşarê ê Rojhilatê Kurdistanê kurdên ku li ser sinor birêya kasibkariyê bazirganî dikirin rastî êrîşa pasdarên rejima Îranê hatin.
Hate ragihandin ku, di encama êrîşa pasdarên Îranê de 10 hespên kasibkaran bi zindî hatin şewitandin. Her wiha hêzên rejima Îranê li derdorê Pîranşarê bi wesayîtên plaqeyên taybet û cilên sivîl digerin. Vê jî tirs û xofek mezin xistiye nav xelkê herêmê.