Heyeta Elman a çû Rojava çavdêriyên xwe li Hannoverê vegot
Heyeta Elman a çû Rojava çavdêriyên xwe li Hannoverê vegot
Heyeta Elman a çû Rojava çavdêriyên xwe li Hannoverê vegot
Komek Elman a ji rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan a meha Cotmehê çû Rojavayê Kurdistan û lêkolîn kir, li bajarê Hannoverê çavdêriyên xwe vegot.
Di panêla ku Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo heyetê organîze kir de, rojnamevan-nivîskar Dr. Nîck Braûns, rojnamevan Tariq Hemo, parlamenterê berê yê eyaleta NRW Alî Atalan weke axaftvan amade bûn.
Di panêla bi moderatoriya rêveberê YEK-KOM'ê Yilmaz Kaba de rojnamevan Tariq Hemo behsa dîroka nêz a Sûriyê û rola Kurdan a li Rojava kir. Li dû Hemo Dr. Braûns mafê axaftinê wergirt û çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot. Dr. Braûns ji rola jinan a di şoreşa Rojava heta rê û rêbazên avabûna rêveberiyên herêmî bi dorfirehî behsa gelek mijaran kir û destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê bi gel re di nava hev de dijîn.
Rojnamevanê Elman diyar kir ku hêzên YPG, YPJ û Asayîşê ji gel teqdîreke mezin digirin û bi wêne û dîmenan pêşkêşiya xwe dewam kir. Alî Atalan ê piştî Dr. Braûns mafê axaftinê wergirt jî bal kişand ser tifaqê navneteweyî yên li ser Rojava xwedî plan in û panêla ku ji Elmanan jî pêwendiyeke mezin dît bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Heyeta Elman a çû serdana Rojavayê Kurdistanê dê bi dorê li van bajaran çavdêriyên xwe vebêjin:
BREMEN: Di panêla 21'ê Mijdarê saet 20:00 a li DGB Haûs de, wê ji heyetê Mîchel Knapp, nûnerê PYD'ê Tariq Hemo û parlamenterê berê yê eyaleta NRW Alî Atalan beşdar bibin.
HAMBÛRG: Di panêla 22'ê Mijdarê saet di 19:00 de wê rojnamevan-nivîskar Dr. Nîck Braûns, nûnerê PYD'ê Tariq Hemo û parlamenterê berê yê eyaleta NRW Alî Atalan amade bin.
BERLÎN: Di panêla 28'ê Mijdarê saet di 19:00 a li avahiya rojnameya Jûnge Welt de wê rojnamevan û nivîskar Nîck Braûns û Mîchel Kmapp amade bin.
TRÎER: Di panêla 6'ê Kanûnê de wê parêzer Brîgîtte Kîechle beşdar bibe.