Heyeta BDP’ê ber bi Qendîlê ve birê ket
Heyeta BDP’ê ber bi Qendîlê ve birê ket
Heyeta BDP’ê ber bi Qendîlê ve birê ket
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihijînin muxataban ber bi Qendîlê ve bi rê ketin.
Heyata BDP'ê ya ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji rêveberiya KCK'ê re nivîsandî, duh Kişanak û Bûldan bi balafirê Onder jî bi riya bejayî derbazî Başûrê Kurdistanê bûn.
Heyeta BDP'ê şevê din li Hewlêr bûn û serê sibê ji bo nameyê bigihijînin rêveberiya KCK'ê ber bi Qendîlê ve derketin rê. Kişanak berî rê bikevin diyar kir ku, tu agahiya wan ji naveroka nameyê tuneye. Piştî pirsa têkildarî paşvekişandinê hate kirin Kişanak, bersiva piştî ji Qendîlê vegeriyan dikarin bersiva vê pirsê bidin. Kişanak bersiva pirsan, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hepsa malê û an jî avahiyekî din li Îmraliyê tê çêkirin jî wiha da; agahiyekî wisa negihiştiye berdestê wan.
Heyet ber bi Qendîlê ve bi rê ket.