Heyeta 'Başûrê Rojhilat' a komîsyona Aqilmedan dest bi xebatan kir

Heyeta 'Başûrê Rojhilat' a komîsyona Aqilmedan dest bi xebatan kir

Heyeta 'Başûrê Rojhilat' a Komîsyona Aqilmendan civîna xwe ya  yekemîn li Amedê pêk anî. Endamên komîsyonê diyar kirin ku, ew tu newekheviyê nakin navbera kesan û her kesî dê guhdar bikin.

Heyet li Otela Lîluz civîn pêk anîn.  Heyetê di derbarê bernameya xwe de agahî da û  di çarçoveya bernameyê de malbata Murat Îzolê jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir. Heyeta ku seroaktiya wê Yilmaz Ensaroglu kir û  Kezban Hatemi, Mehmet Emîn Ekmen, Fazil Husnu Erdem, Etyen Mahçupyan, Lamî Ozgen, Ahmet Faruk Unsal jî di heyetê de bû. Murat Belge ji ber bernameya xwe û Yilmaz Erdogan jî ji ber nerehetiya xwe tevlî nebû.  Serokê heyetê Yilmaz Ensargolu got herî zêde Kurd aştiyê dixwazin û got: “Bendewariyên gelê vir û aliyên din yên civakê ji hev cudane.  Lê ger ku em  li vî welatî bixwazin bi hev re bijîn divê em bi hev re tevbigerin.”

Ensaroglu got, di serî daxwazên herêmên Kurd dê guhdarî bikin ku ji hikûmet û rayagiştî re ragihînin û got: “Em dê bendewarî û fikarên wan hîn bibin û bi aktoran re parve bikin. Em dê daxwazên gelê herêmê ji rayagiştî re parvekirin. Em dixwazin dengê wan bê bihîstin. Çavê hemû Tirkiyeyê li vê herêmê ye.  Noqteya ku aştî lê diyar be ev dere. “

Ensargolu di derbarê bernameyê de jî agahî da û got, heta 13’ê Nîsanê dê li Amedê bin, di navbera 17-20’ê nîsanê de li Mêrdîn û Şirnexê, di navbera 24-27’an de li Êlih û Sêrtê, di navbera 8-11’ê Gulanê de li Dîlok û Kilisê, di 15’ê Gulanê de li Rihayê û Semsûrê bin.  Her wiha  diyar kirin ku, got piştî bernameyê dê nirxandinên xwe yên dawî li Amedê bi Saziyên Sivîl yên Civakî r e pêk bînin û got: “Li Herêmê nêrînên cuda hene.  Em dixwazin xwe bigihînin hemûyan. Partiyên siyasî û tevgerên siyasî hedefa me ne. Em dê xwe bigihînin cemaatên olî, mele û saziyên sivîl.  Em dê biçin serdana malbata Ceylan Onkol.”

Kezban Hatemî jî got komîsyona wan komîsyoneke serbixweye û got: “Li vî welatî êdî her kes aştiyê dixwaze. Ev gelek watedare. Em ji her du aliyan jî hîstiyariyê dixwazin.  Divê em bendewariyan tespît bikin û ragîhinin. Em bêy ku newekheviyê bikin navberê, dê hemû kesî guhdarî bikin.

HEYET DÊ BIÇE ROBOSKÊ

Yilzmaz Ensaroglu piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersivand û di derbarê bûyerên Zanîngeha Dîcleyê de got: “Bûyerên di vê pêvajoyê de her kes wek provakasyonê dinirxîne.  Lê ger ku tiştên me bihîst rastbin mînak xwendekarên endamên komeleyê û kulub hatine cem hev û piştre şer derxistine, provakasyon kirine.” Ensaroglu da zanîn ku, ew di çarçoveya Bernameya xwe de dê biçin malbatên Roboskê jî ziyaret bikin.

Serokê giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî axivî û got: “Ji berê de li ser Amed û vê herêmê sekînin. Em jî wek komîsyona vê herêmê  mîsyona xwe dizanin.” Piştî Ozgen serokê Mazlûm Derê Ahmet Faruk Unsal  diyar kir ku, cara yekemîne li Tirkiyeyê  her du alî ji aliyê aqilmendan ve piştgiriyê dibîne.

Etyen Mahçupyan jî got, herêma Başûrê Rojhilat herêmeke gelek taybet û got, li vê herêmê şer bûye wekê  parçyekê û anî ziman ku, ji bo ev çareser bibe, bendewariyên wan ji hene û yên gel jî ji wan hene.

MALBATA ÎZOL HAT ZIYARETKIRIN

Piştî civînê heyet ji bo serxasiyê çûn malbata Murat Îzolê ku di 27’ê Adarê de dema ji polîsan direviya ket avê û xeniqî. Heyet ji aliyê zavayê Îzol Recep Kaymak û dapîra wî ve hat pêşwazîkirin. Yilmaz Ensargolu got, ew dê şopdarê vê bûyerê bin.