Hevserokên HDP'ê: Dawî li dijminatiya Rojava bînin

Hevserokên HDP'ê: Dawî li dijminatiya Rojava bînin

Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu der heqê qetilkirina 3 Kurdistaniyên ji Rojava yên li ser sînor de daxuyaniyek dan û bang li dewleta Tirk kirin ku dawî li dijminatiya xwe ya li hemberî Rojava bîne.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu der heqê qetilkirina 3 Kurdistaniyên ji Rojava yên li ser sînor de bi sernavê "Dawî li dijminatiya Rojava bînin" daxuyaniyek weşandin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye ji bo bi Rojava re li hev neke û vîna gelekî nas nake, li be xwe dide. Bi 3 sivîlên di rojên bihurî de li ser sînorê Qamişlo-Rojava hatin qetilkirin re hejmara sivîlên li ser sînor di nava mehekê de hatin qetilkirin, derket 7'an. Polîtîkaya Tirkiyê ya derî li alîkariya însanî digire lê bi her awayî destekê dide çeteyên mîna El Nûsra, nabe bi vî rengî dewam bike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nayê fêmkirin çima ji veguherîna civakî, şoreşa demokratîk û hewldanên avakirina pêşerojeke demokratîk û azad a gelên li Rojava bêzarî heye û ev bang li hikûmeta AKP'ê hat kirin: "Rojavayiyên cîranên me ne, di serî de gelê Kurd hemû gelên cuda yên li wê derêne dijminê Tirkiyê ne, dostên Tirkiyê ne. Kurdên li Rojava xizmên Kurdên li Tirkiyê ne. Em careke din bang li hikûmeta AKP û hemû saziyên dewletê dikin; Destê dostaniyê yê ji Rojava dirêjî Tirkiyê tê kirin, li hewa nehêlin. Sînoran ji alîkariya însanî û têkiliyan re vekin. Bingehek ji bo bazirganiya aborî, bazirganî û çandî vekin. Piştgiriya lojîstîkî ya ji bo çeteyên El Qaîdeyê bisekinînin. Bi dîwar, têl û erdê mayinkirî re we heta niha nekarî têkiliya navbera gelê Kurd bibirin, ji niha û pê ve jî hûnê nikaribin vê têkiliyê qut bikin. Der heqê kesên mirovên sivîl qetil kirin de divê tavilê lêpirsîn bê destpêkirin, berpirsyar werin darizandin. Gelê Rojava ne bi tenê ye û dê bi tenê jî nemîne."