Hevsera xwe ya 16 salî kuşt û întixar kir

Hevsera xwe ya 16 salî kuşt û întixar kir

Li Amedê firariyê girtîgehê yê 17 salî Kemal K., hevsera xwe Mîhrîban Işikli ya 16 salî ku bi mehra mele pêre zewicîbû kuşt. Kemal K., bi heman demençeyê gule berda serê xwe.

Kemak K. ê li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê li gel mala xwe rûdine, ji sûcekî hat girtin û ew kirin Girtîgeha Mersîn. Hevsera Kemal K. Mîhrîban Işikli ya 16 salî li ser vê yekê zaroka xwe ya yek salî girt gel xwe û çû cem dayik û bavê xwe. Kemal K. yê hat ragihandin ku ji Girtîgehê firara kiriye hevsera xwe Işikli û zaroka xwe girt gel xwe û çûn mala malbata xwe.

Îro danê nîvro ku dengên guleyan ji odeya Kemal K., hat, xizmên wan ketin hundir û her du di nav xwînê de dîtin. Li ser vê yekê agahî dan 112 Servîsa Lezgîn û polîsan. Wezîfedarên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Mîhrîban Işikli jiyana xwe ji dest daye, Kemal K. ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Polîsên li malê lêkolîn kirin tespît kirin ku Kemal K. gule berdaye serê Işikli kuştiye û paşê gule berdaye serê xwe.

Hat ragihandin ku hê jî rewşa Kemal K. xeter e.