Hevpeymana civakî û qanûna hilbijartinê meheke din amade ne
Hevpeymana civakî û qanûna hilbijartinê meheke din amade ne
Hevpeymana civakî û qanûna hilbijartinê meheke din amade ne
Berdevkê Fermî yê Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ya Hevbeş a Ciwan Mihemed diyar kir ku komîteya wan ji duh ve dest bi karê xwe kiriye. Mihemed destnîşan kir ku ew hewl didin di nava mehekê de hevpeymana civakî, qanûna hilbijartinê û projeya xweseriyê temam bikin.
Berdevkê Fermî yê Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ya Hevbeş Ciwan Mihemed der barê xebatên têkildarî projeya rêveberiya demî de ji ANHA'yê re axivî. Mihemed diyar kir ku Desteya wan ji duh ve bi awayeke fermî dest bi kar û xebata xwe kiriye. Mihemed, diyar kir ku îro komîteya wan dê bicive û kar û xebatên xwe li ser komîteyan belav bikin. Mihemed destnîşan kir ku bi armanca şopandina kar û xebatên wan dê 3 komîteyan ava bikin û xebatên hevpeymana civakî, qanuna hilbijartinê û projeya xweseriyê di zûtirîn demê de amade bikin.
Mihemed got ku projeya wan tiştekî nû ye, ji ber vê yekê ne tiştekî hêsan e û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Ji bo pêkanîna projeyê dê komîte bêne avakirin û xalên wê bi awayekî berfireh bêne şopandin. Di civîna yekem a desteya şopandinê de em li ser van xalan sekninîn û me bi awayekî berfirh nîqaş kir. Di desteya şopandina projeyê de nûnerên gelek partî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl hene. Ya herî girîng jî ew e ku nûnerên piraniya pêkhateyan di desteyê de cihê xwe digirin."
Mihemd, da zanîn ku wan deriyê tevlîbûna desteyê ne girtî ye û rêxistin, partî û kesayetên serbixwe dikarin tevlî xebatan bibin. Mehemed got ku hemû derdor dikarin li gorî berjewendiyên civakê tevlî xebatê bibin.
Li ser pirsa “Dê heta hilbijartinan kî rêveberiya herêmê bike?” Mihemed diyar kir ku niha hemû sazî karê xwe dimeşînin, YPG û Asayîş parastinê dikin û got ku ev rewş dê berdewam bike.
Ciwan Mihemed destnîşan kir ku komîteyên wan dê hemû rewşên heyî belge bikin û rêyên qanûnî ji bo serketina projeyê destnîşan bikin. Mihemed diyar kir hevpeymana civakî dê li gorî pîvanên herêmê pêk were û rengînbûna herêmê li ber çavan bê girtin.
Mihemed anî ziman ku xebatên amadekariyên hevpeymana civakî, qanûna hilbijartinê û projeya xweseriyê dê di nava mehekê de temam bibin.
Der barê êrîşên ku ji aliye hin aliyan li dijî projeyê têne pêkanîn de jî Mihemed wiha axivî: "Me fêm nekiriye çima hin alî êrîşî projeya rêveberiyê dikin. Ev projeyeke demokratîk ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyê ye. Me gelek caran bi dengê bilind gotine ku em li dijî parçebûna Sûriyê ne. Di demên pêş de wê diyar bibe kî bi şoreşê re ye û kî li dij e.”