Hevalên Kader ên pê re: Çawişê pispor nîşan girt û gule berda

Hevalên Kader ên pê re: Çawişê pispor nîşan girt û gule berda

Hat ragihandin ku Kader Ortakaya ya di 6'ê Mijdarê de bi gotina "Eger ez ê bimirim divê ji bo mirovahiyê bimirim" derbasî Kobanê dibû, di encama gulereşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Her çend Walîtiya Rihayê îdîa kir ku mirina Ortakaya ji ber şerapnelê ye jî, hevalên Kader ên pê re destnîşan dikin, ku ev daxuyaniya walîtiyê bi temamî derew e. Hevalên Kader ên pê re ragihandin ku çawişê pispor yekser nîşan girtiye û gule berdaye serê Kader."

Kader Ortakaya ya 28 salî, ku xwendekara master a Zanîngeha Marmarayê bû, di 6'ê Mijdarê de dema ji bo destekkirina berxwedana Kobanê ji sînor derbas dibû, hat ragihandin ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. Walîtiya Rihayê ya der barê mirina Ortakaya de daxuyanî da îdîa kir, ku ji mirina Ortakaya leşker ne berpirsyar e, bi parçeyekê şerapnelê jiyana xwe ji dest daye. Ortakaya dema ji herêma Tilşeîrê derbasî Kobanê dibû, bi tenê nebû. Li gel wê 44 hevalên wê yên ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê hebûn. Di nava 44 kesan de ya jin bi tenê Ortakaya bû. Di encama gulereşandinê de Ortakaya jiyana xwe ji dest da, du hevalên pê re jî ji lingê xwe birîndar bûn. Hevalên Kader ên pê re bû û şahidên êrîşa leşkerê Tirk bûn, derbasî Kobanê bûn. Hevalên Kader Ortakaya yên di dema gulereşandinê de li cem bû dan xuyakirin ku daxuyaniya Walîtiya Rihayê bi temamî derew e. Hevalên Kader diyar kirin ku dema ew ji sînor derbas dibûn leşkeran destpêkê bi bombeyên gazê dest li wan werdan, dûre jî çawişekî pispor bi çeka G-3 nîşan girt û gule berdaye wan. Hevalên wê dan zanîn ku çawişê pispor ê mijara gotinê deriyê maşîna zirxî vekiriye û ji wir gule berdaye.

'NÎŞAN GIRT Û GULE BERDA SERÊ WÊ'

Azad Aslan diyar kir ku di dema qetilkirinê de ew li cem Kader bû û anî ziman ku leşkeran xwe li derbasbûna wan a ji sînor ranegirtine û der barê bûyera hat serê wan û dema qetilkirina Kader de ev agahî da: "Em 44 heval ji nav têlan derbas bûn, leşkeran xwe li vê ranegirtin. Ji ber ku bêhna Kader diçikiya, em li cem wê bûn. Min çenteyê Kader hildigirt. Dema em ji têlan derbas bûn, leşker hewl da ji maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra peya bibe. Em li benda derbasbûna hevalên din sekinîn. Di nava koma me ya 44 kesan de ya jin bi tenê Kader bû. Dema wan jî ev dîtin, yekser nîşan girtin û gule berdan serê hevala me ya jin. Em ji vê derê ji Waliyê Rihayê û yên otopsî kirine dipirsin; parçeyê şerapnelê diyar e. Bi tenê li cihekî nakeve, cihekî tenê parçe nake. Herî kêm li 6-7 cihên bedenê dikeve. Lê cihê ku bi tenê lê ket, serê wê bû. Çawa çêdibe ku bi tenê li serî dikeve, lê li cihekî din nakeve."

'EM AMADE NE BI HER AWAYÎ ŞAHIDIYÊ BIKIN'

Aslan da xuyakirin ku wî bi xwe dîtiye ku leşker gule berdaye û got, "Ji nav maşînê nîşan girt û gule berda. Dema me dît hevala me ket, em hatin cem wê. Dema me ragişt wê, nîvê serê wê tinebû. Me dît ku li wir jiyana xwe ji dest daye. Bi lez û bez me ew rakirin nexweşxaneyê. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Ji ber ku fîşek li serê wê ketibû. Ev zelal e û em naxwazin kes vê înkar bike. Ya zelal û aşkera ew e ku ji hundirê panzerê nîşan hatiye girtin û gule li serê hevala me ketiye. Her kesî ev dît. Em şahidê vê ne. Bila dadgeh bê kirin, çi dibe bila bibe em amade ne bi her awayî şahidiyê bikin."

'JI ALIYÊ ÇAWIŞÊ PISPOR VE HEDEF HAT GIRTIN'

Îrfan Bakir a bi Kader re derbasî Kobanê bû, di heman demê de hevalekî nêz ê Kader e. Bakir diyar kir ku daxuyaniya Walîtiya Rihayê bi temamî şaş e û bi vî rengî behsa bûyerê kir: "Ez nêzî wê bûm. Ji ber bêhna wê diçikiya me soz da wê ku em ê ti carî wê bernedin. Êrîş çi dibe bila bibe me ew berneda. Wê israr kir, ji me re got, 'Dibe ku ez nikarim bibez im, hûn biçin'. Bi piyê min girtibû. Min dît ku ji nişka ve ketiye erdê. Ez naxwazim qet bînim bîra xwe, ji wê rojê û vir ve dibe ku ez 2 saetan jî ranezame. Çawişekî pispor yekser hedef girt û gule berda wê. Fîşek dîrekt li serê wê ket. Min xwîn dît. Hînê naxwazim bînim bîra xwe. Bê şik û bê guman hedef hat girtin. Li wir ti parçeyê şerapnelê tinebû yan jî bombe li wir neketibû. Li cihekî nêzî wir ti teqîn jî rû neda."

'EGER EZ Ê BIMIRIM HINGÎ BILA JI BO MIROVAHIYÊ BE'

Bakir ragihand ku Kader xwedî nêrîneke sosyalîst bû û der barê wê de wiha axivî: "Der barê mirovahiyê gelek tiştên bedew digot. Digot ku li ser navê mirovahiyê dikare her tiştî bike. Çend caran ji min re got, 'Eger ez ê bimirim bila ji bo mirovahiyê be'. Her tim digot ku ew dixwze li dijî DAIŞ û faşîzma Tirk têbikoş e û bimire."

'LI PÊŞ ÇAVÊ ME EW HEDEF GIRTIN Û GULE BERDAN WÊ'

Şahidekî din ê qetilkirina Kader Ramazan Ozbîlek bavê zarokekî ye, ku pê re derbasî Kobanê bû. Ozbîlek got, "Çawişê pispor destpêkê bi bombeyên gazê êrîş kir. Dûre xwe li derbasbûna me ranegirt û gule berda me. Destpêkê du hevalên me ji lingê xwe birîndar bûn. Ya sêyemîn jî ji xwe hevala me Kader bû. Dema me ew di wî halî de dît ji xwe em hemû şoq bûn. Qîrîn û hawar..Divê jiyana mirovan ewçend erzan nebe. Eger armancek mirovekê hebe û dixwaze di wê rê de bimeşe, divê mirov fêm bike. Çi ket destê wî fermandarî? Li pêş çavê me hedef girt û gule berda. Çawişê pispor bû. Bi qutkirina mirovekê ji jiyanê, çi guhert? Kê çi da wî? Eger kuştina mirovan ewçend hêsan be, bila her kes hev bikuje."

SIBÊ: Sivîlên ji Kobanê yên qetilkirina Kader Ortakay dîtin, bûyer vegotin...