Herî zêde divê îro xeta Zîlan were fêmkirin
Herî zêde divê îro xeta Zîlan were fêmkirin
Herî zêde divê îro xeta Zîlan were fêmkirin
Gerîla Zeynep Kinaci bi navê kod Zîlan, bi çalakiya xwe ya fedayî ji bo gerîlayên jin bû sembola têgihiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Derbarê çalakî û kesayetiya Zîlan de, gerîlaya bi navê Sozdar Kotan nêrîn û hestên xwe anî ziman û got, "Ji her demê zêdetir, divê Zîlan di vê demê de were fêmkirin."
Gerîlaya bi navê Sozdar Kortalan a ku di sala 1996’an de li Mêrdînê gerîlatî dikir, derbarê vê çalakiya fedahiyane ya Zîlan a 30'ê Hezîrana sala 1996'an de bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “ Beriya her tiştî axaftina li ser jiyana hevalên şehîd, gelekî giran e. Lê em hemû jî erkdarin ku hevalên xwe yên şehîd her dem zindî bihêlin. Lewma, divê em hemû hevalên xwe yên şehîd, bikin malê dîrokê û ji her kesî re vê dîrokê rave bikin”
Sozdar der barê pêvajoya ku Zeyneb Kınacı tê de çalakiya xwe lidar xist ev şîrove kir: “Ew Pêvajo demeke girîng bû. Di wê demê de gelek plangerî li ser tevgerê û rêberê me hebûn, her wiha di warê şer de ne neyar dikarî me tune bikin, ne jî me dikarî em neyaran ji kurdistanê derxînin. Hevala Zîlan bi pêşbîniyeke kûr karî pêvajoyê analîz bike û ji pêvajoyê re bibe bersîv. Her wiha hevala Zîlan karî bi lêhûrbûnên xwe parastina rêbertî bike. Polîtîkaya neyar di wê demê de li ser bingehê ‘deryayê biçikîne masiyê bi xwe bimire’ bû, û li ser vê bingehê gundên Kurdistanên hatin valakirin. Di heman demê di sala 1996’an de di asta navneteweyî de planek li ser Rêbertî jî hebû û hevala Zîlan dikarî bi hêsanî vê rastiya heyî bibîne û li gorî wê jî di kesayeta xwe de lêhûrbûnên bersivdayînê pêş bixe.
Hevala Zîlan karî bi riya lêhûrbûnên xwe çalakiya xwe, hedef û roja ku çalakiyê li darbixe hemû bi xwe diyar kiribû. Dibe ku hevala Zîlan hevaleke kevin nîn bû, lê karî di demeke kin de pêşketinên mezin di fêmkirina Rêbertî de bi dest bixe. Çalakiya ku hevala Zîlan pêk aniye Ki kurdistanê de rêbazeke nû bû û ew cara yekem bû ku bi vî rengî ji neyar re bersiv tê dayîn. Ji ber vê her kes li hember vê çalakiyê di serî de kete nava şoqekê, ne tenê neyar em jî ketin nava lêhûrbûneke cidî. Belkî di şoreşa Filstînê de çalakiyên bi vê rengî û bi taybet ji aliyê jin ve hatine kirin hebûn, lê ne tenê me nayarên me jî digotin ku ev şêweyê çalakiyan ya Filastînê ye. Dema ku neyaran zanî ku kesa çalakî kiriye jine, hîn zêdetir kete nava panîkê, ji ber planên neyar li ser Rêberê me cûda bûn, lê hevala Zîlan bersiveke awarte derxiste holê, vê yekê jî di neyaran de tirseke mezin da avakirin”
"EM DEYNDARÊN HEVALA ZÎLAN IN"
Kortalan derbarê asta fêm kirin û lêhûrbûna hevala Zîlan a li ser pêvajoyê û di demeke kin de bersisvdayîn de jî wiha axivî; “Tê bîra min em du heval bûn û em li Botanê rênas bû, em diçûn Bagokê. Dema ku em gihaştin cihê xwe, danê sibehê me ev agahî ji radio bihîst. Wê demê jî di analîza me de du dilî hebû, lê dîsa jî baweriya me hebû ji ber giyana veşartî ya di nava PKK’ ê de ya ku di hemû demên teng de xwe dide der, di dawiyê de em gihand encamê û me got ev çalakî ya me ye. Mînak em kevin bûn lê di warê nûkirina terzê şer de zêde me nekarî xwe biguherin. Lê hevala Zîlan karî di demeke kin de rêbaza neyar derxîne holê û li gorî wê jî bersîv bide êrîşên ku pêk tên. Ji ber vê em hemû li hember hevala Zîlan deyndarin û divê em hemû rexne li xwe bigirin”
Di dawiya gotinên xwe de Sozdar Kortalan peyama xwe ji hemû jinên kurd de wiha anî ziman; “Tevgera azadiyê pêvajoyek destpê kiriye. Ev pêvajo jî ji her alî ve xwedî girîngî û hesasiyeteke mezin e. Di nava vê pêvajoyê de em weke jin erkên girîng dikevin ser milên me, ji ber vê divê em ji her demê zêdetir xwe amede bikin û xwedî li rêya şehîd û li dîroka xwe derkevin. Bi taybet jî di warê parastina rewa de em hîn zêdetir erkên parastina nirxên xwe bizanibin. Ji ber vê pêwîste jin û keçên kurd gelek hişyar bin, ji ber planên pir cûda li ser keçên kurd bi rêve diçin. Ji lewma pêwîste em hemû jinên kurd xwedî li vê bîrdoziya azadiyê derkevin û weke hevala Zîlan pêwîste em xwe li dora Rêbertî bikin mîna çembereke ji agir, heyanî ku dighîne azadiya xwe. Ji ber xwedî li Rêber APO derketin di heman demê de xwedî li hevala Zîlan û li hemû şehîdan derketine.”