Girtiyên sirgûnkirî rastî lêdanê tên

Girtiyên sirgûnkirî rastî lêdanê tên

Hat diyarkirin ku 38 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin rastî lêdanê hatin. 

Li Mêrdînê 38 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatibûn kirin. Girtiyên siyasî ku li Tekîrdagê lêgerîna tazî qebûl nikirin rastî lêdanê hatin. Girtî piştî sirgûn bûn û rastî lêdanê hatin bi rêya telefonê xizmên xwe agahdar kirin. Girtiyê bi navê Abdulkadir Bozkurt bi rêya telefonê malbata xwe agahdar kir û anî ziman ku ji ber di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî lêdanê hatiye û neheqiyên giran lê hatiye kirin. Girtî Îbrahim Halil Bozkurt anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi vê şêwazê xwestin rûmeta wan bişkînin û vîna wan tune bikin. Birayê Bozkurt, Îbrahîm Xelîl, da zanîn ku li gorî agahiyên birayê wî parve kirin gardiyanan xwest di ketina girtîgehê de bi darê zorê cilêwan dîne û wan tazî bike û ji ber girtiyan ev yek qebûl nekiriye rastî lêdanê hatine. 

Bozkurt, anî ziman ku ew berê diçû li Mêrdînê girtî ziyaret dikirin û zahmetî nedikişandin, lê piştî girtî sirgûnî Tekîrdagê hatin kirin dê niha çawa biçin. Bozkurt, da zanîn ku ji bo ziyareta saetekê 3 rojên wan di rêde derbas dibe. Bozkurt, da zanîn ku ev yek ji bo wan îşkence ye." 

Navê 38 girtiyên ku hatin sirgûnkirin wiha ye: "Zerdeşt Oduncu, Mesut Gokhan, Aziz Bulut, Agît Kuçuk, Alî Ertugrul, Bedrî Çakmak, Behçet Bozdemir, Burhan Tekinalp, Hasan Bîlîr, Mehmet Resul Turgut, Mesut Şengul, Mehmet Selamî Oz, Nesîm Uslu, Nurettin Tekîn, Omer Tugrul, Ramazan Onler, Sayin Basan, Sidik Kulter, Suleyman Gunerî, Abdulkadir Bozkurt, Abdulkerim Varışli, Abdullah Ecevit, Aydin Akdogan, Bariş Kaya, Burhan Ata, Cahît Yaşar, Derviş Cabadak, Halîs Tekîn, Halît Îzer, Hamdîn Îzer, Huseyin Îpek, Îsmet Çardak, Mazlum Oguz, Mehmet Emîn Akçaeren, Mehmet Emin Demirdağ, Mehmet Emîn Gezer, Ramazan Çetedır û Şaban Kayar."