Girtiyan banga hişyariyê li raya giştî kirin

Girtiyan banga hişyariyê li raya giştî kirin

Di hefteyên borî de 62 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîba M a Muşê mişextî Girtîgaha Tîba F a Tekîrdagê hatibû kirin, girtiyan li hemberî binpêkirina mafan, tudî û zordariyan û pêkanînên keyfî banga hestyariyê li raya giştî kir.

Dû hefte berê 62 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîba M a Muşê mişextî Girtîgaha Tîba F a Tekîrdagê hatibû kirin, hate zanîn ku girti rastî gelek binpêkirina mafan hatine. Girtiyên ku hatin mişext kirin, biriya telefonê binpêkirina mafan ragihandin malbatên xwe, girtiyan di hevdîtina telefonê de diyar kir ku rêveberiya gitîgehê heta niha tu têkberên taybet nedane wan û dîsa mafên wanê temaşekirina televîzyonê sînordar kirine, rojnameyan jî 3-4 rojan dereng didin. Girtiyan li hemberî binpêkirina mafan, tudî û zordariyan û pêkanînên keyfî banga hestyariyê li raya giştî kir.