Gêrîlayê PKK’ê Şahîn yê 1979’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Gêrîlayê PKK’ê Şahîn yê 1979’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Gêrîlayê PKK’ê Şahîn yê 1979’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn
Gêrîlayê PKK’ê Seîd Huseyîn Şahîn ku di sala 1979’an de li Semsûrê jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ya li gundê Dilkiyan hate bibîranîn.
Gêrîlayê PKK’ê Seîd Huseyîn Şahîn ku li Semsûrê di 18’ê Nîsana 1979’an di encama pevçûna li gel polîsan derketî de jiyana xwe ji dest dayî, li gora xwe ya li gundê Dilkiyan ya girêdayî bajar hate bibîranîn. Bîranîna ku bi sedan kes tevlîbûyîn, qurnefîl danîn ser gora Şahîn. Li ser gorê bênavber sloganên “Şehîd namirin” qîriyan.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Serokê Şaxa YAKAY-DER ya Semsûrê Elî Gozubuyuk axaftinek kir û got: “Ez di şexsê hevalê Seîd Huseyîn de bihurmet bejna xwe li hember bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Rêheval Huseyîn ku yekem şehîdê me yê Semsûrê bi şahadeta xwe ya beriya 34 salan deriyê azadiyê ji me re vekiriye. Em dengdarê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane ne.”
Piştî axaftinê bîranîn bidawî bû, jinan jî bikurdî lorand.