Gêrîlayan du kesên desteser kiribûn serbest berdan
Gêrîlayan du kesên desteser kiribûn serbest berdan
Gêrîlayan du kesên desteser kiribûn serbest berdan
Mutehît û operatorê ku li navçeya Xorxol ya Çewlikê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, gêrîlayên ku 15’ê Hezîranê mudaxeleyî karkerên ku li navçeya Xorxolê dar dibirîn kirin, piştre operatorê kepçeyê Zulfu Kaya û mutehîtê navê wî nehate aşkera kirin li gel xwe birin.
Gêrîlayan du kesên desteserkiribûn, li herêma çiyayî ya gundê Dalbasan ya navçeya Xorxolê serbest berdan. Herdu kesên serbest hatin berdan ji bo îfadeyê bidin cendirmeyan binçavkirin.