Gerîlaya HPG'ê Halîme Kûzen hat bîranîn
Gerîlaya HPG'ê Halîme Kûzen hat bîranîn
Gerîlaya HPG'ê Halîme Kûzen hat bîranîn
Ji bo bîranîna gerîlaya HPG'ê Halîme Kûzen (Bêrîtan Zinar) ku di sala 2012'an de di şerekî li Colemêrgê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlaya HPG'ê Halîme Kûzen (Bêrîtan Zinar), ku di 19'ê Hezîrana sala 2012'an de di şerê piştî çalakiya li hemberî Qereqola Şitazin a Oremarê, bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, malbata wê mewlûd da. Mewlûd li mala malbata Kûzen a li taax Hîlal a Êlihê hat dayîn û tevî endamên MEYADER, Rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan Komeleya Oldaran DÎADER şaxê Êlihê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi sedan welatî beşdar bûn. Li konê mewlûdê wêneyên gerîlaya HPG'ê Kûzen û 13 hevalên wê hatin daliqandin. Di mewlûdê de seydayên DÎADER'ê bi kurdî mewlûd xwendin. Dûre ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
Serokê MEYA-DER'ê Ekrem Degîrmencî li mewlûdê axivî û diyar kir, ku gerîlayên HPG'ê ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine û got, "fedekariya wan rêyeke mezin li gelê me vekir. Emê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Pêvajoya îro derketiye holê, bi saya berxwedana şehîdên me ye."
"BILA SERÊ SEROK APO SAX BE"
Dayika Kûzen Fatîme Kûzen jî got, "Ez bi keça xwe serbilind im. Bila serê Serok Apo sax be. Em azadiya Serok Apo dixwazin û bila hemû girtî serbest werin berdan. Hêvîdarim bi vê pêvajoyê re, êdî dilê ti dayikan neşewite."
Xuşka Kûzen Benda Kûzen jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got, "Heta dawiya emrê xwe emê li dû doz û têkoşîna xwe bin. Em têkoşîna gerîlayên xwe silav dikin. Ji bo aştiyeke mayinde, em azadiyê dixwazin."
Piştî axaftinan, ji beşdarên mewlûdê re xwarin hat dayîn.
Konuşmaların ardından mevlide katılan yurttaşlara yemek ikram edildi.