Gêrîla Erdem ji aliyê hezaran kesan ve hate defin kirin

Gêrîla Erdem ji aliyê hezaran kesan ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem ku sala par li Çiyayê Kato jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesan ve bi silogana "Şehîd namirin" hat definkirin.

Gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem (Cesur Ozan), di 14'ê Tîrmeha 2012'an de li Çiyayê Kato di şer de jiyana xwe ji dest dabû. 3 roj berê bi sedan welatî çûn Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê ku gêrîla Erdem lê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasimek leşkerî gêrîlayên HPG’ê cenazeyê gêrîla Erdem radestî gel kir û birin Elkê.

Cenazeyê gêrîla Erdem piştre ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbata gêrîla Erdem, rêveberên MEYADER'ê yên Wanê, BDP û bi sedan welatî, cenazeyê gêrîla Erdem wergirtin û anîn Wanê. Karwana Cenazeyê gêrîla Erdem, li navçeya Westanê ya Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwazikirinê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" qîr kirin.

Piştî pêşwazîkirinê karwana maşîneyan ya mezin ji Westanê derbazî taxa Karşiyaka ya Wanê bûn. Mirovên ku karwan temaşe kirin bi nîşaneyên serkeftinê silav dan û rêz ji karwana gêrîla Erdem re girtin. Berî girse bigêje goristanê bi hezaran kesan darbest bi ala PKK'ê pêça û danîn ser milê xwe. Girseyê darbest danî ser milê xwe û heta ser gorê meş pêk anî. Di meşê de parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'ê Hevserokên BDP'ê Musa Îtah û Figen Yaşar, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, şaredar û endamên meclisa şaredarî û bajar, gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.

Di merasimê de Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyê gêrîlayê HPG'ê Erdem û gelek alên PKK'ê û Konfederalizma Demokratîk hatin vekirin. Girseyê di merasimê de bê navber siloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "PKK gel e, gel li vir e", "Bê serok jiyan nabe", "Hevalên Rojê nemir e" qîr kirin. Bi hezaran kes li ser goristana Karşiyaka li gel barana zêde bi tevlêbûnek xurt cenazeyê gêrîlayê Erdem defin kirin. Girsê piştî karê definkirinê dua xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girsê li ser gorê bê navber silogana "Şehîd namirin" avêtin.

Li ser gorê Nûnerê MEYA-DER'a Wanê Îdrîs Şaybak diyar kir ku, dema wan serî li Dozgerê Komarê yê Şirexê da, hincet nîşan dan û nexwest ku biçin. Şaybak anî ziman ku, li ser vê wekê wan serî li gelê Elkê û Botanê da û wiha got: "Gelê Botanê li hevalê Cesur xwedî derket û li gorî şan û navê wî merasimek xurt pêk anî. Em li ser navê gelê Wanê spasiya xwe ji Gelê Elkê û Botenê re pêşkêş dikin.

Hevserokê BDP'ê Musa Îtah, jî wiha got: "Bila serê Rêberê me, gerillayên me û hemû gelê Kurd sax be. Bila her kes êşên dilê dayika Hevalê Cesur baş fam bikin û hîs bikin. Gel êdî naxazin ev êş zêde bibin. Şehîdên ku rêya me vekiriye dê ronî bike. Têkoşîna şehîdên me dê riya me ronî bike. Em dê li bîranîna şehîdên xwe xwedî derkevin û doza wan bilind bikin."

Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî xwest serê malbata gêrîla Erdem sax be û wiha got: "Bila serê malbatê şehîdên me sax bin. Bila serê hemû dayikên şehidan û gelê Kurd sax bin." Dayika gêrîla Erdem Kudret Erdem ku nû bîhist kurê wê şehît ketiye bi zorê li ser piyan rawestiya û li ser piyan bi serbilindî sekinî. Malbatê diyar kir ku, sala par ji bo Erdem konê sersaxiyê hat vedan û îsal dê konê sersaxiyê venekin. Dê sibe li mala gêrîla Erdem mewlûd bê dayîn.