Ger çavên wê bidîta wê nehatiba!
Ger çavên wê bidîta wê nehatiba!
Ger çavên wê bidîta wê nehatiba!
Salha Hamed a li gundê Zerîkê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 3 mehan li ber xwe da û piştre bi keça xwe re hate Pirsûsê, hevser û 3 zarokên wê vegeriyan Kobanê û tevli refên YPG’ê bûn. Hamed a çavên wê kor bûne û wiha got: “Ger çavên min bidîta ez nedihatim. Ez ê li cem bi hezaran zarokên qehreman ba ma.”
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê hatine navçeya Pirsûsê ya Rihayê lê berê wan li Kobanê ye qatlîamê ji bîr nakin û hêviyên xwe jî bi stranan vedibêjin. Salha Hamed (60) a gundê Zerîk a 40 kîlometre dûrî Kobanê ye beriya saleke piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Til Ebyad dagir kirin dem bi dem êrîşî gundê wan jî kirin, beriya 3 mehan ji ber ku nexweş ket çavên wê kor bûn. Niştecihên gundê Zerîkê 3 mehan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zarok û mezin li ber xwe dan û çar aliyên gund barîqat danîn û xwe parastin. Hamed bi keça xwe ya 20 salî Fîdan Hasan re 8 rojan li sînor ma û bi rojan tî û birçî man, piştre hatin Pirsûsê. Li Pirsûsê li Konbajarê Arîn Mîrkan bi cih bûn û ew û keçe wê di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin.
Li kon ji ber ku prîz di jor de ye keça wê Fîdan ji bo çay çêke çaydank di destên xwe de digirt û çay çêdikir lê ji ber ku av rijiya sing û destê wê şewitî. Ji ber ku di şert û mercên paqij de nedat dermankirin enfeksiyan girt. Ji ber ku pereyên wan jî nîn e nikarin biçin nexweşxaneyê. Fîdan a pêdiviyên dayika xwe jî bi cih tîne ji ber vê yekê destê wê baş nabe û wiha got: “Me nedixwest ji gund derkevin. Lê ji ber ku kirinên DAIŞ’ê me bihist êdî li wir man ne mumkun bû. Ji bo dayika min em ji gund derketin. Lê heta em hatin vir wekî ku em mirin û cardin zindî bûn. Bûka me li gund ma û ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin. Me jî ji sînor kirinên wan didît. Piştî ku me fêm kir nikarin vegerin gund em hatin Pirsûsê.”
Salha Hamed jî diyar kir ku wê dixwest li gundê xwe bimîne, ji ber ku xwe aydî gund hîs dike, li gundê xwe baş hîs dikir. Hamed a hevserê xwe Hasan û kurên xwe Mustafa, Celal û Kadîr li Kobanê hiştiye û ew li wir di nava komîsyona parastina gunde de cih digirin. Piştî ku ew hatine Pirsûsê hevserê wê û 3 kurên wê derbasî Kobanê bûne û tevli refên YPG’ê bûne. Hamed a ku dixwaze vegere gundê xwe ev tişt anî ziman: “Min hevser, zarok û gundê xwe li pey xwe hişt. Çavên mi nedidît lêb i destên xwe min zarokên xwe hîs dikir. Niha bi keça xwe re tenê ne. Ger çavên min bidîta, min ê xwe bisparta ciheke û xwarin çêkira, nedihatim Tirkiyeyê. Em ne parsek in. Piştî vê saetê şûnde jî jiyana li sirgunê em qebûl nakin.”