Gelo li Şêxmeqsûdê çekên kîmyewî hatin karanîn?
Gelo li Şêxmeqsûdê çekên kîmyewî hatin karanîn?
Gelo li Şêxmeqsûdê çekên kîmyewî hatin karanîn?
Piştî ku helîkopterên rejîma Baasê Taxa Şêxmeqsûd bombebaran kirin û di encamê de 16 welatî ji ber bombeyên tê gotin madeyên kîmweyî di nav de hene bi jehrê ketin, kesên ku birîndar rakirin nexweşxaneyê jî bi jehrê ketin. Li wir jina bi navê Xebîr Nedaf nehate rizgarkirin.
Ji dîmenênku di ANF’ê de hate weşandin tê dîtin ku her tim mirov dilerizin, hinek jî ne li ser hişê xwe ne û keweke spî ji devê wan tê. Bijîşk dibêjin ku di bombebaranê de siyanur hatiye bikaranîn, şahid jî dibêjin ku ji helîkopteran qûtiyên ku dişibin konserveyan avêtine.
Li gorî nûçeya ANHA’yê li bajarê Helebê 16 welatiyên ku di bombebarana serê sibehê de li dijî Taxa Şêxmeqsûd pêk hat de bi jehrê ketin, ji aliyê welatiyên din ve birin Nexweşxaneya Aferîn a bajarê Efrînê. Lê 5 kesên ku birîndar rakirine nexweşxaneyê jî bi jehrê ketine. Hate hînbûn ku kesên bi jehrê ketine, xebatkarekî ANHA’yê, doxtorekî ku li navenda tenduristiyê ya ji bo mudaxeleyên lezgîn li Taxa Şêxmeqsûd hatiye avakirin de kar dikir û 3 endamên asayîşê ne.
Dr. Kawa ku li Nexweşxaneya Aferîn kar dike, diyar kir ku welatiyên bi hewara birîndaran çubûn, piştî 3 saetan gazincên xwe anîn ziman û got, “Di laşê wan de lerizîn heye, bêhna wan çik dibe û kef li ser devê wan dikeve.”
Doxtor Kawa diyar kir ku tenê li 2 cihên Sûriyeyê mirov dikare şîdeta gazê û cureya wê zanibe û da zanîn ku navendek van li Helebê yek jî li Şamê ye. Dr. Kawa, destnîşan kir ku ji bo dermankirina birîndaran gelek dermanên ku divê hebin, niha li nexweşxaneya wan peyda nabin.
Ji heman nexweşxaneyê doxtor Azad Îsa û Rîm Mihemd jî, destnîşan kirin ku piştî lêkolînên wan kirine, derketiye holê ku welatî ji ber gaza Siyanîd ku jehr tê de heye, bi jehrê ketine.
Di bombebarana serê sibehê de zarokên bi navê Bekir Yûnis û Mihemed Yihya Yûnis û dayika wan Xebîr Nedaf jiyan xwe jidest dabûn û 16 kes jî birîndar bibûn.