‘Gelek ciwanên Rojava li girtîgehên Başûr girtîne’

‘Gelek ciwanên Rojava li girtîgehên Başûr girtîne’

Bi dehan ciwanên ku ji Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşên jiyanî yên dijwar koçî Başûrê Kurdistanê kirine ji ber rewşên cûda di girtîgehên Başûrê Kurdistanê de girtîne û rastî êşkence û tunediyê tên.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê Mihemd Reşîd û Mihemed Xezal ku ji ber rewşa jiyanî ya dijwar ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn, da ku li wir bixebitin. Herdû ciwanên Kurd li cem karsazekî ku di heman demê de Rêveberekî Asayîşê ye kar dikirin. Ciwananên bi navê Mihemed Reşîd û Mihemed Xezal îdîa kirin ku karsazê ku di heman demê de Rêveberekî Asayîşa Başûrê Kurdistanê perê wan xwariye û dema doza mafê xwe kirine, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine girtin.

Ciwanên ku 6 meha di girtîgehên Başûrê Kurdistnê de man gotin ku ew rastî îşkenceyê pskolojî dihatin. Herdû ciwanan dan zanîn ku, gelek ciwanên ji Rojava di girtîgehên Başûr de girtîne û rastî îşkenceya pskolojî û fizîkî tên. Herdû ciwan dest nîşan kirin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê gefa kuştinê li wan xwarine ku heger rastiya girtîgehên Başûrê Kurdistanê bêjin.

Mihemed Reşîd û Mihemed Xexal yên 6 mehan di girtîgehên Başûr de man da zanîn ku, rêveberê Asayîşê ku li cem kar dikirin pereyên wan ên çend mehan xwaribû û ev tişt gotin; “Pereyên me yên çend mehan xwarin, ji ber ku me bi israr doza pereyên xwe kir, bê haya me jê hebe  pereyên sexte da me. Piştî wê jî li asayîşê giliyê me kir. Asayîşê hatin em birin û em girtin. Piştî 6 mehan em di girtîgehê de man bê ku pereyên me jî bidin me, em ji Başûr derxistin û avêtin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.”

Herdû ciwanên Kurd destnîşankirin ku, gelek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên Başûr de bê ku bêne dadgehkirina têne girtin û îşkenceya pskolojî û fizîkî li wan tê kirin û tevî gelek biryarên efûyê ku ji aliyê Hikumeta Başûr ve hatine derxistin jî ciwanên Rojava nayên berdan.