Gefxwarina 'mirinê' ya AKP'iyan hat şermezarkirin
Gefxwarina 'mirinê' ya AKP'iyan hat şermezarkirin
Gefxwarina 'mirinê' ya AKP'iyan hat şermezarkirin
Li Basanê ji ber ku rêveberên BDP'ê starta hilbijartinên herêmê dan ji aliyê Şaredarê Basanê Bahattîn Aktug û AKP'iyan ve gef li wan hatibû xwarin, li hember vê yekê welatiyan bi meşek girseyî gefxwarin protesto kirin.
Li Basana Şirnexê Hevserokên BDP'ê yên Basanê Ahmet Aktug û Zehra Acar û rêveberê BDP'ê Huseyîn Şen dema ku xebata starta hilbijartinên herêmê yên ku dê di 2014'an de bê kirin, dikirin ji aliyê Şaredarê Basanê Bahattîn Aktug û kurê wî Selahattîn Aktug û AKP'iyan ve gefa "mirinê" li wan hatibû xwarin, li hember vê yekê welatiyan bi meşek girseyî gefxwarin protesto kirin.
Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê hatin gel hev bi dovîzên "Gefxwarin me bêzar nake", "Em şoreşa Rojava silav dikin" û "An azadî an azadî" vekirin û dirûşmên "Tundî me bêzar nake" û "Bijî serok Apo" avêtin. Piştre dest bi meşê kirin û heta ber Mizgefta Navendî meşiyan. Hevserokê BDP'ê yê Basanê Ahmet Aktug daxûyanî da û polîtîqayên salên 90'î ku li herêmê hat meşandin bibîr anî. Aktug, diyar kir ku di wê demê de kesên ku endamên partiyan wan bûna an jî senpatîzanê wan bûna dihatin revandin û qetilkirin. Aktug, anî ziman ku îro jî heman feraset hebûna xwe di parêze û wiha got: "Kesên ku feraseta salên 90'î hildigre û hewl didin heman rêbazî bi karbînin yên ku gund talandikirin û mirovên herêmê dikuştin li xebatkarên me gefan dixun."
'ÇETEYÊN SALÊN 90'Î DI BIN BANÊ AKP'Ê DE HEBÛNA SIYASÎ DIPARÊZE'
Aktug diyar kir ku dixwazin xebatên wan ên hilbijartinê asteng bikin û wiha got: "Kesên ku taşeroniya hêzên dewleta tarî dikin, xebatên hilbijartinan ên demokratîk yên partiya me hezim nekirin e. Heqaretê rêveberê me kirine û bi 'mirinê' gef li wan xwarine. Kesên ku di salên 90'î de çete bûn îro di bin banê AKP'ê de hebûna siyasî diparêzin. Hemû dem û dezgehên saziyên dewletî girtine bin destê xwe, di demek berê kesên ku li Qaymaqam û Midûrê TEDAŞ'ê da derfetên dewletê bikartînin, gefan dixwin û rayên gel dikirin û amadekariyên hilbijartinan dikin."
Aktug diyar kir ku tundiyên derûnî tu encaman nayine banga "Dev ji siyaseta qirêj berdin" kir.