Fransayê banga îstifayê li raportora Fîlîstînê ya li Neteweyên Yekbûyî kir

Fransayê bi navê endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Raportora Taybet a Xaka Fîlîstînê ya bi bin dagirkeriyê de ye Francesca Albanese kir ku îstifa bike.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot daxuyaniyên hefteya dawî yên Albanese "tundrew û nayê qebûlkirin" pênase kir.

Albanese 6'ê Cotmeha 2025'an li Zanîngeha Tre University a li paytexta Îtalya Romayê li konferanseke têkildarî şerê Îsraîl-Fîlîstînê axivî bû. Her wiha roja Şemiyê li Dohayê di forûmeke Al Jazeera de bi rêya dîmen tevlîbû bû, bûyerên li Xezeyê weke 'Qirkirinê' pênase kiribû û ji bo Îsraîlê gotina 'Dijminê hevpar' bi kar anî bû.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Meclîsa Neteweyî daxuyanî da û îdîa kir ku gotinên Albanese ji rexneyek li hemberî hikumeta Îsraîlê wêdetir e.

Barrot got, "Fransa bêguman gotinên sûc û tundrew ên Xanim Francesca Albanese şermezar dike ku ji rexnekirina polîtîkayên hikumeta Îsraîlê wêdetir Îsraîl weke gel û neteweyek kir hedef. Ev yek tekez nayê qebûlkirin."

Albanese jî ji France 24 re axivî ku hevpeyvîna wê beriya daxuyaniya Barrot hatibû qeydkirin û sûcdarî red kir. Albanese anî ziman ku gotinên wê hatine berevajîkirin û got, "Min ti carî negot 'Îsraîl dijminê hevpar ê mirovahiyê ye'."

Albanese diyar kir ku ew li se sûcên ku Îsraîlê kiriye, apartheid û qirkirinê axivî û mebesta wê ji gotina 'dijminê hevpar' ew sîstem e ku nahêle mekanîzmayên edaletê yên navneteweyî bêne xebitandin.

Wezîrê Fransî Barrot daxuyaniyên Albenese yên beriya niha bi bîr xist û îdîa kir ku ev gotin, "Êrişên 7'ê COtmehê rewa dikin."

Barrot êrişên 7'ê Cotmehê weke "Ji Holokostê û vir ve komkujiya herî giran a antîsemît" pênase kir û diyar kir ku Albanese nikare bi navê Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Li ser pirsa parlamentera partiya li desthilatdariyê Caroline Yadan, wezîr Barrot axivî û Albanese weke "Aktîvîsteke siyasî ya ku gotinên nefretê belav dike" bi nav kri û anî ziman ku divê ji wezîfeyê bê dûrxistin.