Êzidiyan ji bo rêveberiya demî nûnerên xwe hilbijartin
Êzidiyan ji bo rêveberiya demî nûnerên xwe hilbijartin
Êzidiyan ji bo rêveberiya demî nûnerên xwe hilbijartin
Kurdên ji ola Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê, ji bo Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî nûnerên xwe hilbijartin.
Nûnerên ola Êzidiyan ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê têkildarî mijarê li gundê Qizla Cox yê girêdayî herêma Amûdê kom bûn. Nûnerên herêma Efrînê ji ber rewşa rê nekarîn tevlî civînê bibin.
Di civîna ku 50 nûnerên Êzidiyan tevlî bûn de, li ser navê Mala Êzîdiyan avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hate pîrozkirin. Piştre li ser rêveberiya demî nirxandin hatin kirin û hate destnîşankirin ku ev proje ji bo herêmê gaveke erênî ye û ji bo welatiyên Êzidî jî derfeteke ku nûnertiya xwe bikin. Di nirxandinan de hate gotin ku beşdariya pêkhatiyên Kurd, Ereb, Asûrî, Kildan, Ermen, Îslam û Êzîdiyan di avakirina pêşerojê de rêya rast e.
Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku divê mafê hemû beşên civakê bi awayekî fermî di hevpeymana civakî de were destnîşankirin. Her wiha ola Êzidî jî di dibistanên fermî de wekî ders bê dayîn û perestgehên Êzidiyan werin avakirin, siyasetên tunekirinê yên li ser Êzidiyan werin bidawîkirin.
Di civînê de hate xwestin ku di hilbijartinan de ji bo Êzidiyan kota were diyarkirin û li ser esas û bingehên neteweya demokratîk wekheviya civakî were pêk anîn.
Piştî nîqaş û nirxandinên li ser rêveberiya demî hatine kirin, 5 nûnerên ku dê li ser navê Êzidiyan tevlî meclîsê bibin hatin hilbijartin. Hate gotin ku ji van 5 kesan Milhim Umer Sîno wekî nûnerê welatiyên Êzidî di Desteya Giştî ya Rêveberiya Herêmî de hate diyarkirin.
Îlyas Seydo û Berekat Rişo wekî nûnerên Êzidiyan ên di Komîteya Amadekirina Hevpeymana Civakî de, Enwer Cindo û Bazîd Umo jî wekî nûnerên Êzidiyan ên di Komîteya Hilbijartinê de hatin diyarkirin.
Piştî hilbijartinê Milhim Umer Sîno axivî ûgot: "Dîroka nûjen dê ji bo gelan bibe dîroka zêrîn di wergirtina mafan de. Em li ser navê ola Êzîdiyan beşdarî Rêveberiya Demî dibin. Em dixwazim rola Êzidiyan di vê rêveberiyê de aktîf bikin. Em di vê mijarê de piştgiriya madî manevî ya Êzidiyên derveyî welat jî dixwazin.”
Pîrê Êzîdiyan û Serokê Mala Êzîdiyan Şêx Îbrahîm jî avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî pîroz kir û kêfxweşiya xwe bi vê gava dîrokî anî ziman.