ESP wê ji bo salvgera xwe ya 20’emîn li Amedê kosnereke li dar bixe

ESP wê ji bo salvgera xwe ya 20’emîn li Amedê kosnereke li dar bixe

ESP wê li Amedê ji bo 20’emîn salvegera avabûna xwe konserek li dar bixe.

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) wê roja 22’ê mijdara 2014 roja şemiyê li Amedê bi armanca salvegera 20’emîn a damezrandina xwe konserek li dar bixe. Konsera bi dirûşima “Ji Gezî heta Rojava Serhildan, Şoreş, Azadî” wê li Salona Dawetê ya Dîwanê saet di 18.00 de dest pê bike.

Wê  Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Seroka ESP’ê Sultan Ulusoy û nunerên Malbatên Şehîdan ên Rojava beşdarî konserê bibin. Di konserê de wê hunermend Servet Kocakaya, Hîvron, Şîlan û Koma Muzîkê ya Vardiya derbikevin ser dikê.

Têkildarê şevbêrka ku wê bê lidarxistin ji aliyê endamên partiyê ve li Ofis AZC Plazayê daxuyaniyek hate dayin û piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin.