Esnafên Hezexê ji wekîlên AKP’ê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Esnafên Hezexê ji wekîlên AKP’ê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Esnafên Hezexê ji wekîlên AKP’ê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Wekîlên AKP'ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê esnaf ziyaret kirin. Esnafan ji wekîlên AKP'ê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bên berdan.
Parlementerên AKP'ê Mustafa Bînîcî û Halîl Mazicioglu û heyeta pê re piştî Cizîrê derbasî navçeya Hezexê bû. Piştî ziyareta esnafan heyeta AKP'ê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê ziyaret kir û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Hezexê Ekrem Şavli AKP'yiyan pêşwazî kirin.
Şavli, bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê û li herêmê di bi navê Hîzbullahê de rêxistinî pêk tê. Şavli, xwest ku provokasyon ji aliyê hikûmetê ve bên astengkirin. Wekîlê AKP'ê Bînîcî jî diyar kir ku dibe ku di pêvajoya çareseriyê de provokasyon çê bibin. Pişt re wekîlan gera xwe ya esnafan berdewam kir û derberê pêvajoyê de nêrîn girtin.
Esnafan ji wekîlên AKP'ê gotin; "Heke hûn bixwazin pêvajoya aştiyê bi samîmî berdewam bike divê hûn daxwazên vî gelî qebûl bikin. Divê hûn daxwazan bibînin. Rengê rondikên me yek e. Em hemû kesên piştgiriyê nedin pêvajoyê şermezar dikin. Em dixwazin girtiyên nexweş ên niha li girtîgehan li benda mirinê demildesd serbest bên berdan. Em daxwaza efuyê nakin. Em dixwazin girtiyên siyasî serbest bên berdan û teqez jî Birêz Ocalan serbest bê berdan. Em partiyên muxalîf ên piştgiriyê nedina pêvajoyê şermezar dikin."
Wekîl û heyeta pê re pişt re çû Şirnexê bûn.