Eşîrên Kurd û Ereb YPG weke hêza parastina rewa pejirandin
Eşîrên Kurd û Ereb YPG weke hêza parastina rewa pejirandin
Eşîrên Kurd û Ereb YPG weke hêza parastina rewa pejirandin
Li bajarê Çilaxa nûnerên eşîrên Ereb û Kurd di civînek de êrîşên li ser Rojavaya Kurdistan yê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra nirxandin û biryarên girîng dan. Di civînê de YPG hêza rewa ya parastina heremê hate pejirandin.
Li Mala Gel a bajarê Çilaxa di navbera nûnerên Ereb û Kurd yên herêma Çilaxe de civîneke hate lidar xistin. Di civînê de nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên eşîrên Kurd û Ereb yên Zibêda, Sebawî, Çole, Şemer, Şerabî, Hirêta, Dokan, Cobra, Zilala, Hedadî û eşîra Merê, her wiha rûspiyên gundên Şemam, Xirbê Cihiwa, Batirzan û gundên Kurdan yên girêdayî Çilaxe beşdar bûn. Di civînê deêrîşên Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hêza rewa ya parastina herêmê hate destnîşan kirin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya PYD'ê Elî Şemo di civînê de axivî û bal kişand ser kiryarên hovane yên komên çeteyan. Şemo diyar kir ku komên çeteyan hewl didin ku dinavbera pêkhateyên herêmê de şerê navxweyî pêşbixin, Şemo Fetweyên hedir kirina mal û xwîna Kurdan jî şermezar kir.
Nûnerên eşîrên Kurd û Ereban di civînê kiryarên komên çeteyan şermezar kirin.
Nûneran di dawiya civînê de daxwiyaniyeke nivîskî weşan din û diyar kirin ku ew ê piştgiriya YPG'ê bikin û jiyana hevbeş ya pêkhateyên herêmê biparêzin. Di daxwiyaniyê de ev tiştin hatin gotin “Em wek nûnerên pêkhateyên Kurd û Ereb yên herêma Çilaxa, ji hêzên tarî û çeteyan re dibêjin ku hûn nikarin têkilyên biratî û jiyana hevbeş ya gelê herêmê têk bibin. Ji bo parastina heremê em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya Yekîniyên Parastina Gel (YPG) bikin."
Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:
1- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hêza parastinê ya rewa were pejirandin û hemû komên din werin red kirin.
2- Tu Êl û Eşîr xwedî li komên çekdar dernekeve.
3- Çi kiryarên leşkerî yên li dijî berjewendiyên gelên heremê werin red kirin.
4- Têkiliyên bi hemû komên ku li dijî aşîtî û aramiya herêmê tevdigerin werin birîn.
5- YPG`ê hêza di ber parastina hemû welatiyên herêmê, mal û saziyên taybet û yên giştî û aramiya herêmê de bepirsyar e.