Erzîromiyên li Elmanyayê ji bo hilbijartinan hatin cem hev

Erzîromiyên li Elmanyayê ji bo hilbijartinan hatin cem hev

Erzîromiyên li Elmanyayê dijîn, bi mijara hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an, li Komeleya Çanda Kurd a li Essenê hatin cem hev. Di civînê de desteka ji bo namzetên şaredariyê yên Erzîrom û navçeyên wê hat nirxandin.

Erzîromiyên li Elmanyayê dijîn li hev kom bûn û guftugo kirin ka bi çi rengî karin alîkarî û destekê bidin hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an.

Di civînê de pirsgirêkên bajarê Erzîromê û navçeyên Kurd lê dijîn hatin nirxandin. 

Li dû nîqaşan komîsyonek ji 23 kesan hat avakirin û plansaziyek hat derxistin. Di nava xebatên heta hilbijartinê de komîsyona hilbijartin û propagandayê, lidarxistina şev û civînan jî cih digirin. Ji bo lêçûnên propaganda hilbijartinê werin tedarikkirin û alîkariya madî bi namzetan bê kirin biryar hat dayîn ku di 23'ê Sibatê de li bajarê Elmanya Dortmûndê şev û şahiyek bê lidarxistin. Li bajarên Fransa Parîs û Marsîlyayê jî dê civîn werin organîzekirin. Her wiha li Marsîlyayê şevek bê lidarxistin.