Erdogan û Barzanî ji Amedê veqetiyan

Erdogan û Barzanî ji Amedê veqetiyan

Serokwezîrê Tirk  Erdogan yê ji bo  tevlî çend merasîmên vekirinê bibe hatî Amedê  û li ser vexwendina wî serowekê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî hatî Amedê ji bajêr veqetiyan.

Erdogan û şanda pêre bi helikopterê ji Egilê hatin 2. Balefirgeaha Fermandariya 8.  A balefiran li wir jî bi balefira serokatiyê ber bi Enqerê ve bi rêketin. Di dema vegera Erdogan a Amedê li hewa û erdê ewlehiyek zêde hebû.

 Mesûd Barzanî îro bi heyeta pêre çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr. Di serdanê de parlamenterên BDP'ê û KCD’ê, li ger HAK- PAR  KADEP amade bûn,  vê êvarê li gel heyeta pê re ji Amedê ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêketin.

Barzanî û şanda pêre li gorî saeta herêmî 18:20’an de li deriyê sînorê Xabûr re derbasî Herêma Başûrê Kurdistanê bû. Rê heya sînor ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dibin parastinê de bû.