Erdogan: Em û rêveberiya Başûr li dijî Rojava ne
Erdogan: Em û rêveberiya Başûr li dijî Rojava ne
Erdogan: Em û rêveberiya Başûr li dijî Rojava ne
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, diyar kir ku li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê re di nava hewldanên hevpar de ne û bi gotinên wekî, “Em nahêlin li wê derê tiştek çêbibe, emê ala wan daxînin” rêveberiya Rojava û PYD tehdît kir.
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, şevêdin tevlî bernameya televîzyonek nêzî hikûmeta wî bû û pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdogan ku di nava nirxandinên wî de gelek nakokî hebûn, li aliyekê behsa pêvajoya aştiyê û çareseriyê kir, li aliyê din politikaya “yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek netew” dubare kir. Erdogan her wiha tehdîtên xwe yên li dijî Rojava jî zêde kirin.
Erdogan li aliyekê gotina xwe ya wekî “Herêma Kurdistanê ya Iraqê” ku li Amedê bikar anîbû, parast, lê li aliyê din got ku ew bi tu awayekî li Tirkiyê gotina “Kurdistan” an jî “Bakûrê Kurdistanê” qebûl nakin û “yek yekên xwe” rêz kirin. Erdogan, bibîr xist ku Ataturk jî gotina “Kurdistan” bikar aniye, lê dîsa li dijî “Kurdistanê” derket û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî ji ber gotina wî ya “Bakûrê Kurdistanê” rexne kir. Erdogan îdîa kir ku bikaranîna vê peyvê tehrîkkirine û parast ku navê vê herêmê “Başûrê Rojhilatê Anatolyayê” ye.
Erdogan, dîsa berevajî gotinên xwe yên li Amedê ku gotibû dê girtîgeh vala bibin jî, diyar kir ku wan tu soz nedane tu kesî. Erdogan di heman mijarê de Tevgera Azadiya Kurdistanê û pêşengên wê tawanbar kirin û got ku di rojeva wan de efû tune ye, dîsa gotinên nîjadperestî serf kirin.
BARZANÎ WEKÎ ENDAMEKÎ PARTIYA XWE DÎT
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser nirxandinên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî ku gotibû, “Belkî Ocalan jî derkeve” nerazîbûn nîşan da. Erdogan wekî ku Barzanî endamek partiya wî ye axivî û got; “Ger ku tiştekî wisa gotibe, xelet kiriye. Gotineke bi vî rengî ne karê wî ye.”
PYD TEHDÎT KIR
Erdogan, li ser pirsên derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û projeya rêveberiya demî de jî, helwesta xwe ya înkarker a heta niha domand. Erdogan wekî îtîrafekê diyar kir ku li dijî şoreşa Rojava ew bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê re di nava hewldanên hevpar de ne. Balkêş e ku Erdogan daxuyaniya Barzanî ya li dijî şoreya Rojava bibîr xist û got ku ev helwesta Barzanî di xeta helwesta wan de ye. Erdogan got, “Em bibiryarin ku bi hevkariyê pêşveçûnên li wir asteng bikin.” Erdogan, li ser avakirina Meclîsa Giştî ya Damezirandina Rêveberiya Demî ya Rojava jî tehdîdên xwe domandin û got, “Wana ala xwe çawa bilind kiribe, dê wisa jî bê xwarê”.
Di wateyekê de Erdogan bi van gotinên xwe îtîraf kir ku Tirkiye heta niha li dijî Rojava di nava hewldanan de ye û piştgiriya komên çete dike.