Enstîtuya Xanî: Bêdengiya cîhanê li hember êrîşên Rojava metirsîdar e
Enstîtuya Xanî: Bêdengiya cîhanê li hember êrîşên Rojava metirsîdar e
Enstîtuya Xanî: Bêdengiya cîhanê li hember êrîşên Rojava metirsîdar e
Li Ûrmiyeyê Enstîtûya Ehmedê Xanî bi daxuyaniyekê êrîşên li hember Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Enstîtû di daxuyaniyê de balê dikişîne ser siyaseta rewa ya gelê Kurd ku di qonaxa şer û aloziyên li Sûriyeyê de derketiye pêş û wiha tê gotin: “Piştî destpêkirina Bihara Gelan, geşbûna şer û alozîyen li Sûriyeyê, gelê Kurd xwe bi siyaseteke hakim ji şer û aloziyan parast û serketineke dîrokî nivîsand.”
Enstîtûya Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser êrîşên hovane yên komên çete li hemberî gelê Kurd pêş dixin û wiha pêde diçe, “Terorîst û selefiyên girêdayî El- Qaîde yên bi arîkariya hinek welatên cîran bi şêwazekî hovane û ji derveyî mirovahiyê, jin û zarokên Kurdan qetil dikin û tawanbariyê dikin. Ev komkujî li gorî berjewendiyên hêzên serdest ên herêmê pêk tên. Dixwazin ku zarokên Kurdan li herêmê bixin nava agirekî mezin.”
Di dewama daxuyaniyê de bûyerên dij-mirovahiyê yên li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê tê şermezar kirin û wiha dewam dike, “Em li vir wek Enstîtûya hunerî û çandî ya Ehmedê Xanî, ya bajarê Ûrmiyeyê teroristên El-Nursa û hemû rêxistinên Selefiyan yên girêdayî El-Qaîdê şermezar dikin. Her wiha bêdengî û bêhelwestiya cîhanê û bi taybet a rêxistinên mafê mirovan a di asta karasateke mezin li hemberî gelê Kurd dibînin û wek metirsiyeke mezin dibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd tê kirin da ku piştgirî û dilsoziya xwe bi gelê Rojavayê Kurdistanê bike û xwîşk û birayên xwe tenê nehêlin.