Endamê Meclisa Ciwanan a BDP'ê hat girtin
Endamê Meclisa Ciwanan a BDP'ê hat girtin
Endamê Meclisa Ciwanan a BDP'ê hat girtin
Endamê Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Agiriyê Mehmet Aslan, bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Çend roj berê endamê Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Agiriyê Mehmet Aslan û kesê bi navê Akin bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan. Piştî lêpirsînê Aslan û Akin sewqî dozgeriya Komarê ya Erziromê hatin kirin. Dozgeriya Komarê ya Erziromê jî bi heman îdîayê Aslan û Akin sewqî dadgehê kir. Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ya Erziromê jî pişti li Îfadeya Aslan û Akin guhdar kir, Akin serbest berdan û Aslan jî bi heman îdîayê girt û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.