Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çelîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çelîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) ê par jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat birêkirin. Hevsera wî Nevîn Çelîk got, "Ez ji wî fêrî şoreşê, fêrî felsefeya PKK'ê bûm. Piştî ku ew çû, min hewl da felsefa wî hînî zarokên wî bikim."

Cenazeyên, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Meclîsa PKK'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) ê di 2'ê Tebaxa sala 2012'an de li Çiyayê Kato Jîrka yê Navçeya Şirnex Elkê bi komeke hevalên xwe re ji ber pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da û Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA STAR'ê Sureyya Aslan (Rojîn Gevda) ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin û ji cihên lê ji dayikbûne re hatin şandin.

CENAZEYÊN HER DU FERMANDARAN BI HEV RE HATIN GIRTIN

Cenazeyên fermandarên gerîla Çelîk û Aslan li bajarokê Ziylaretê yê ser bi navenda Mûşê ve, li gel Parlamenterên BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û Demîr Çelîk, şaredar û rêveberên BDP'ê yên Elezîz, Mûş, Kop, Gimgim, Melazgirt û Norşîn, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.

Bi konvoyeke ji sedan wesaîtan, cenaze xistin ser rêya Mûşê û li hemû rêgehan ji aliyê girseya gel ve bi nîşaneya serketinê hatin pêşwazîkirin. Konvoy li rêveqetîna Balafirgeha Mûşê ya li ser rêya bejahî ya navbera Mûş-Bêdlisê rawestiya û cenazeyê Rojîn Gevda xistin ambûlanseke din û şandin Wanê.

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Huseyîn Mahîr jî ber bi gundê Tivnîk ê ser bi navenda Mûşê ve birêkirin. Konvoy beriya bigihêje gundê Tivnîkê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. 3 kîlometre beriya gund, darbesta Çelîk bi rengên kesk, sor û zer û ala PKK'ê hat xemilandin. Piştî cenaze gihaşt mizgefta li meydana gund, nimêja cenaze hat kirin. Li dû nimêjê jî, girseya gel darbest li ser piyan bir goristana gund.

KURÊ ÛMÛT: EMÊ ALA WÎ LI BA BIDIN

Beriya cenaze were veşartin, deqeyek ji bo têkoşerên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Kurê Fermandarê HPG'ê Çelîk Ûmût Çelîk li merasîmê peyivî û got, "Me bavê xwe weke; kesekî ku di tevahiya temenê xwe de jiyaneke bi rûmet, aştî û biratiyê diparêze, nas kirin. Di vê têkoşîna wî ya bi rûmet a bi rêya dayika me, ji me re ragihand, emê ala wî li dûxwe hiştiye hilgirin asta herî bilind û li wê der li ba bidin."

NEVÎN ÇELÎK: EZ JI WÎ FÊRÎ FELSEFEYA PKK'Ê BÛM

Hevseroka Kadî Çelîk Nevîn Çelîk jî got, "Di dema zewacê de em 3 salan li gel hev man. Piştî ku ew çû, min hewl da felsefay wî fêrî zarokên wî bikim. Zimanê Kurdî cara yekemîn bi gotina 'şoreşger' ez ji wî hîn bûm. Di sala 1979'an de ji min re qala PKK'ê dikir. Ez bi wî serbilind û rûmetdar im. Emê hewl bidin hêjayî wî bibin. Yekemcar wî Rêber Apo û felsefeya wî, hînî min kir. Kesî nizanîbû. Ez û ew, em li vî gundî rûdiniştin û bi dizî diaxivîn. Ji min re digot, 'Tevgereke bi vî rengî heye û hemû cîhan wê bi PKK'ê bihese, nas bike'. Ez gelekî kêfxweşim ku min van rojên wî behs dikir, dît. Her tim ji min re digot; ezê ti carî li doşeka xwe nemirim."

‘WÊ HER TIM BI HEZKIRIN Û RÊZDARÎ WERIN BÎRANÎN’ 

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mûşê Naîf Erol jî got, "Apê Hûs, di rêyeke ewçend bi rûmet de ji bo gelên bindest rahişt çeka xwe û tevlî refên rûmetdariyê bû. Bila Xweda mirineke bi vî rengî ya bi rûmet, bike para me hemûyan." 

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî da xuyakirin ku piştî wî Huseyîn Mahîr nas kir ew gihaştiye wê baweriyê ku Mahîr bi tenê bi biratî û azadiyê bi bawer e û got, "Mîna me, wan jî dikarî bû jiyaneke li nava bajaran hilbijarta û bijiyan. Lê wer nekirin. Berê xwe dan rê, çiya û mirinê. Van ciwanan ji bo gelê Kurd qadeke bi vî rengî ya azadiyê hilbijartin û canê xwe feda kirin. Gelê Kurd heta hebe, wê wan bi hezkirin û rêzdariyê bibîr bîne. Xwezî hevalê Kadîr tu jî di nava wan hevalên xwe yên ji Dêrsim, Amed vedikişin hebûya û li Qendîlê hevalên xwe hembêz bikira. Konferansa Netewî ya çend rojên din were lidarxistin, xwezî te jî li Qendîlê lê guhdarî bikira. We em ji tinebûnê afirandin, emê hêjayî we bin. Kes êdî nikare pêşî li têkoşîna Kurdan bigire. Ya emê aştiyê bînin vî welatî, yan jî emê weke xwe canê xwe li hemberî zilm û zorê bikin mertal û xwe bigihînin we."

‘BI SILAVKIRINA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RE EM WÎ VEDIŞÊRIN’

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî got, "Hevalê Kadîr hevsera xwe, zarokên xwe, pêşeroja xwe, ciwantiya xwe li dû xwe hişt û heta mirinê ber bi çiyayên azad ên Kurdistanê ve meşiya. Ji bo ala eşq û evînê KCK'ê bide me, ber bi mirinê ve çû. Di rojeke ku silav li Kurdistana Xweser a Rojava tê kirin, ewê bigihêje axa xwe. Bila cihê wî bihuşt be, oxir be ji te re. Emê bi siyaseta demokratîk û rêxistinbûyîneke xurt, bi berxwedanê têkoşînê bi ser bixînin."

Piştî axaftinan cenazeyê Çelîk hat veşartin. Li dû veşartina cenaze jî girseya gel li gund hat sersaxiya malbatê û serdanên sersaxiyê wê sê rojan dewam bikin.