Endamê Çapemeniya YPG’ê Mazlûm Bagok hate oxirkirin
Endamê Çapemeniya YPG’ê Mazlûm Bagok hate oxirkirin
Endamê Çapemeniya YPG’ê Mazlûm Bagok hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Navenda Çapemeniya YPG’ê Ehmed Saado (Mazlûm Bagok) ku dema 28’ê Îlonê li bajaroka Rebîa şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ji raya giştî re radigihand, jiyana xwe ji dest da, li Qamişlo ji aliyên hezaran ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Ehmed Saado îro ji aliyên hezaran kesan ve ji mizgefta Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate wergirtin. Girseya gel piştî ku cenaze wergirtin ser milên xwe bi karwanekî ber bi Goristana Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo ve ketin rê. Di merasîma oxirkirinê de şandeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û bi dehan şervanên YPG/YPJ’ê amade bûn. Dema girse di nava kolanên bajêr re derbas dibû welatiyan bi coş gul diavêtin ser darbesta cenazeyê û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re diqîriyan. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdan bilind kirin.
Piştî ku cenaze gihîşt Goristanê li vir rêz hat girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo Elî Sor der barê rola şervanên YPG’ê di parastina pêkhateyên herêmê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de axivî û bal kişand ser cangoriyên hêzên YPG’ê di parastina rûmet û axa Rojava de.
Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ferhad Mazlûm û xizmên têkoşer Ehmed Saado axivîn. Hemûyan di axaftinên xwe de sersaxî ji malbata têkoşerên azadiyê re xwestin. Axaftvanan diyar kirin ku ew ê heta azadî û demokrasiya xwe bi dest dixin û destkeftiyên xwe diparêzin wê rêya şehîdên azadiyê bişopînin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer Ehmed Saado li gel tilîliyên dayikan û dirûşmayên ku banga tolhildanê dikin û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê silav dikin, spartin axê.
Ji bo sersaxiya malbata têkoşer jî konê sersaxiyê li Taxa Neqil Xerbî ya bajarê Qamişlo hat vedan.
Nasnameya Endamê Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
Navê Tevgerê: Mazlûm Bagok
Nav û Paşnav: Ehmed Saado
Dayik: Cewde
Bav: Zekî
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo-2014
Dîrok û Cihê Şehadetê: Rebîa, 28.9.2014