"Em piştgiriyê didin kampanya "Nehat fêmkirin"
"Em piştgiriyê didin kampanya "Nehat fêmkirin"
"Em piştgiriyê didin kampanya "Nehat fêmkirin"
Kampanya "Nehat fêmkirin" a ji bo parastina çand û zimanê Kurdî bi pêşengiya Civata Demokratîk a Kurdistanê ji aliyê Kurdên li Ewrûpayê ve hatiye destpêkirin, li pêwendiyeke mezin rast tê. Kampanya ji aliyê endama Komîteya Perwerde û Ziman a KCK'ê Mizgîn Agît Marya ve hat nirxandin.
Endama Komîteya Perwerde û Ziman a Koma Civakên Kurdistanê KCK Mizgîn Agît Marya da xuyakirin ku kampanya di cih de û gelekî girîng û bi vê kampanyayê re hewl tê dayîn, pêşî li asîmîlasyonê were girtin.
Mizgîn Agît Marya weha peyivî: "Weke gel û civaka Kurd, em ji asîmîlasyon û qirkirina çandê derbas bûne. Em weke gelê Kurd, ti carî nebûn xwedî derfet, ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Em neçar man di dibistanên bi zimanê deshilatdaran de perwerde bibin û axaftina bi zimanê dayikê li ser me weke sûç hat ferzkirin. Em weke gelê Kurd, ji bilî zimanê xwe, zimanê biyaniyan fêr bûn. Û me hewl dan bi zimanê biyaniyan xwe bînin ziman. Ev yek, rastiyek ku pergalê li ser me Kurdan ferz kiribû."
Marya da xuyakirin ku herçend kampanyeyek bi vî rengî dereng maye jî, dîsa gelekî girîng e û ji gelê Kurd xwest, ku hundurê vê kampanyayê dagire. Marya got, "Ya girîng, bersivdayîna li kampanya "Nehat fêmkirin" e. Em bawerin ku gelê Kurd wê di asta herî bilind de piştgiriyê bide vê kampanyayê."
Mizgîn Agît Marya destnîşan kir, ku weke Komîteya Perwerde û Ziman a KCK'ê, ew piştgiriyê didin kampanya "Nehat fêmkirin" a ji aliyê CDK'ê ve hatiye destpêkirin.
Endama Komîteya Perwerde û Ziman a KCK'ê Mizgîn Agît Marya axaftina xwe weha dewam kir. Asîmîlasyona li ser me gelê Kurd hatiye ferzkirin, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her devera Kurd lê dijîn, bi rê û rêbazên cûda hatine meşandin û hewl hatiye dayîn Kurd werin asîmîlekirin."
Marya got, “Em bang dikin da ku gelê Kurd û bi taybet ciwanên nifşê dawî piştgiriyê bidin vê kampanyaya di pêşengiya CDK’ê de tê birêvebirin. Ji bo me ya herî girîng ev e, ciwan ji zimanê ku li dibistanan fêr dibin zêdetir bi zimanê xwe biaxifin û xwe bînin ziman. Bi vî awayî pêwîst e ciwan li ziman, nasname û çanda xwe xwedî derkevin.” Mizgîn Egîd Marya di berdewama axaftina xwe de got, “Em bawer in, kampanyaya di pêşengiya CDK’ê de hatiye destpêkirin ji asîmîlasyon û qirkirina çandî re bibe bersivek.”
Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Mizgîn Egîd Marya axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zimanê Kurdî heta roja îro di pêşengiya dayikên Kurdan de gihiştiye roja me ya îro û zimanê Kurdî hat parastin. Ji ber vê jî divê em qîmetê zimanê Kurdî zanibin û em bikarin xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Pêwîst e dayik û zarok heman zimanî biaxifin da ku hevdu fêm bikin. Bi kampanyayê re em bawer in pirsgirêka ziman a di navbera dayik û zarok de ji holê rabe.”