"Em gerîlayên siyaseta demokratîk in"
"Em gerîlayên siyaseta demokratîk in"
"Em gerîlayên siyaseta demokratîk in"
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak da xuyakirin ku biryara vekişînê ya PKK'ê gaveke dîrokî ye û got, "Em bi hev re vê dibêjin; Em gerîlayên siyaseta demokratîk in. Emê vê têkoşîna demokratîk heta dawiyê bimeşînin."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û şandeya pê re, li Êlihê dest bi hin danûstandinan kir. Kişanak û şandeya pê re, ji aliyê Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamê Meclîsa Partiyê Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, rêvebrên BDP'ê yên bajar û navçeyan û bi sedan Êlihî ve, li Balafirgeha Êlihê hatin pêşwazîkirin.
Şande, bi karwaneke ji dehan wesaîtan ber bi bajarokê Kaniya Henê ya navçeya Hezo bi rê ket. Kişanak û şandeya pê re li Kaniya Henê ji aliyê hezaran kesî ve bi coş hat pêşwazîkirin.
Di merasîma li avahiya BDP'ê ya navçeyê de, Kişanak rozeta BDP'ê bi endamê Meclîsa Bajêr ê AKP'yî Savaş Çitanak û mezinê malbata Mala Mîno Zekî Demîr ên tevlî refên BDP'ê bûn, kir. Kişanak li vê derê ji gel re axivî û destnîşan kir, ku ew ji ber bûyerên girîng hatine Bajarokê Kaniya Henê û ji malbatên ji AKP'ê îstifa kirin û tevlî partiya wan bûn re spas kir.
Kişanak diyar kir ku ev malbat wê li nava partiya wan hîn bêtir ji gelê xwe re xizmetê bikin û got, "Em hemû bi hev re di meşeke azadiyê de ne. Me heta îro rojên giran derbas kir, gelek berdêl dan. Lê em ji rêya xwe ya azadiyê venegeriyan û em hatin roja îro."
Kişanak da xuyakirin, ku îro pêvajoyeke danûstandinan heye û got, "We ev ser xistin, Hûn têkoşiyan, me li ber xwe dan û di encamê li dora maseya danûstandinan rûniştin. Em gelê xwe yê li ber xweda û têkoşiya pîroz dikin. Têkoşîna azadiyê, têkoşîna siyasî ya Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK, BDP, KCD berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bi zêdehî bicih anîn û wê ji niha û pê ve jî bicih bînin. PKK'ê fedekariyeke mezin kir û bi biryareke dîrokî re dest bi meşa aştî û çareseriyê kir. Ev gava dîrokî, berpirsyarî û wezîfeya gelê me jî zêde kir. Hûn û em li vir in. Em bi hemû gelên xwe re vê dibêjin; Em gerîlayên siyaseta demokratîk in. Emê têkoşîna demokratîk heta dawiyê bimeşînin."
Kişanak diyar kir, ku li ser bingeha baweriya bi gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd ev pêvajo hatiye destpêkirin û got, "Ez bi gelê xwe bi bawerim, gelê me têkoşîna azadiyê dikare di her şert û mercî de bimeşîne. Di vê pêvajoyê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê AKP û dewletê. Gelê Kurd fedekarî kir û gava yekemîn avêt. Ji bo çareserî, aştî û siyaseta demokratîk got, ez amade me. Niha berpirsyarî dikeve ser milê hukûmetê, divê astengiyê li pêşiya siyaseta demokratîk rake."
Kişanak ev bang li cerdevanan kir: "Divê ew rabin bêjin, em şer naxwazin, em çek, mirinê naxwazin. Em dixwazin bi gelê re bijîn."
Piştî Kişanak, endamê berê yê AKP'ê Zekî Demîr peyivî û got, "Hûn hemû bi xêr hatine. Em dixwazin bê şert û merc li gel vê partiyê bin. Êdî em dixwazin li cem gelê xwe bin."