Elmanyayê kontrolên sînor sê mehên din dirêj kir
Elmanyayê biryar da ku kontrola ji be krîza koçberiyê li sînorên xwe daye destpêkirin, heta meha Sibatê bidomîne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Elmanya ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP de hat ragihandin, ku ji ber guhertinek di herikîna koçberan de nîne, wan kontrol sê mehên din dirêj kirine.
Elmanya, van kontrolên xwe yên ji meha Îlonê û vir ve parçe bi parçe dike, dispêre hin xalên di qanûna sînorên Schengenê.
Elmanya van kontrolên xwe bi giranî li ser sînorê Awûstûrya dike. Koçber û penaberên di ser welatên Balkan re tên, di ser Awûstûrya re derbasî Elmanya dibin.
Tevî Elmanya gelek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê ji ber krîza koçberiyê, kontrolên xwe yên li ser sînoran şidandine.