‘Elmanya dê rojekê ji Kurdan lêborînê bixwaze’

‘Elmanya dê rojekê ji Kurdan lêborînê bixwaze’

Yek ji mexdûr û şahidên qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr got, "Elmanya dê ji ber pêkanînên li dijî Kurdan rojekê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze."

Mehmet Demîr ê ji navçeya Mereş Pazarcixê ye, ev 36 sal in li Elmanyayê dijî. Demîr di sala 1981 de serokatiya Komeleya Karkerên Şoreşger a li Kolnê kir û di damezrandina Federasyona Komeleyên Kurd FEYKA-Kurdistanê de cih girt ku ev yek yekem teva rêxistinbûyînê ya Kurdan li Ewropayê bû. Komeleya Karkerên Kurdistan a Dûîsbûrgê jî, ku wî di 26'ê Mijdara sala 1993'an de Serokatiya wê dikir, bi biryarnameya bi miora Wezîrê Karên Hundir Kanther, hat qedexekirin.

Demîr bibîr dixe ku di nava mehekê de li şûna 29 komeleyên hatin qedexekirin wan 50 komele vekirine û wiha diaxive, "Eger berxwedana gelê ya li dijî wê qedexeyê nebûya, dê komeleyên me yên îro nebûna." Mehmet Demîr ê vê gavê 62 salî ye, tiştên hingî jiya, serdegirtinên komeleyên Kurd û polîtîka Elmanya ya li hemberî Kurdan ji ANF'ê r vegot.

- Bi çi rengî haya we ji qedexeyê çê bû? Roja destpêkê ya qedexeyê çawa bû?

Wê rojê tevî Rojnameya Berxwedan, Ajansa Nûçeyan a Kurd-Ha û Federasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê FEYKA-Kurdistan, 35 saziyên Kurd hatin qedexekirin. Ji vana 29 jê, komeleyên xebatên çandî û civakî dimeşandin. Ez jî wê demê Serokê Komeleya Karkerên Kurdistanê ya li bajarê Dûîsbûrgê bûm. Dema polîsan derî şikandin û ketin hundirê komeleyê, em pê hesiyan. Di şeva 27 bi 27'ê Mijdarê ve girê dida de, mîna her derê em jî li Dûîsbûrgê çûn komeleyê, me haya hemû welatparêzan bi rewşê ve xist. Deriyên komeleyê hatibûn şikandin, hundirê wê hatibû valakirin. Mîna her derê komeleya me ya li Dûîsbûrgê jî di nava dorpêçiya polîsan de bû.

Dibe ku hûn pê bawer nekin lê qutiyên çopê (sergo) yên komeleyan jî bi xwe re biribûn. Ji pankart, kevnik, qaxiz pênûsê heta mase, kursî, alavên mitbaxê dest danîbûn ser her tiştî. Dema me xwe gihandin komeleyê, alavên me li kamyonê bar kiribûn. Li deriyên komeleyan jî morek hatibû daliqandin ku tê de gihat gotin; ketina hundir sûc e û ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin.

Bêguman mîna roja îro, tekonolojiyeke ragihandinê nebû, ji kûlubeyên telefonê me xwe gihandin hin welatparêzan û ew bi rewşê hesandin. Di demeke kurt de girseyên mezin li ber komeleyan kom bûn. Bi çûyîna polîsan re di sibeha 27'ê Mijdarê de vê carê me mor rakirin, komele dagir kirin û lê dest bi grevên birçîbûnê kirin. Careke din ceribandin ku biavêjin ser komeleyan û dest deynin ser. Lê belê gelê me helwestek biryardar nîşan da ku berdêla wê çibe bila be, ewê dest ji komeleyên xwe bernede.

- Çima şeva 27'ê Mijdarê bi 27'ê Mijdarê ve girê dida, hat hilbijartin?

Ev dem rasthatinek nîne. Roja din salvegera damezrandina PKK'ê bû û dixwestin vê peyamê bidin Kurdan; 'Çawa ku hûn îdîa dikin ku hûn bi vê rêxistinê ji nû ve çê bûne, emê jî di salvegera vê rêxistinê de we xilas bikin'. Lê belê em biryardar bûn ku çalakiya xwe ya li komeleyê dewam bikin, dewleta Elman piştî roja çaremîn û pêncemîn dît ku nabe, vê carê bi rêya navbeynkaran hewl dan me ji çalakiya me vegerîne. Ji ser hemû derdorên pêwendiya xwe bi me re hene; parêzer, dêr û partiyên siyasî peyam dan ku dagirkirina cihên wan qedexe kirine, sûc e. Bi vê yekê re ji aliyekî ve xwestin zexta psîkolojîk bikin, li aliyê din jî diyar kirin ku ewê hin qanûnan bikar bînin û xwestin em komeleyan vala bikin. Lê belê mîna li her cihî li Dûîsbûrgê jî em ji komeleyê derneketin.

‘LI ŞÛNA 29 KOMELEYÊN HATIN QEDEXEKIRIN ME DI NAVA MEHEKÊ DE 50 KOMELE VEKIRIN’

- Çalakiyên li komeleyan çiqasî dewam kirin?

Piştî hefteyekê, li pêşberî berxwedana hat nîşandan, rayedarên dewletê neçar man paşve gavê biavêjin û qedexeyên li ser komeleyan nerm kirin. Dema dîtin ku Kurd biryardar in, vê carê qedexe pîne kirin; gotin ne komele, xebatên PKK'ê hatine qedexekirin. Bi gotinan lîstin; destpêkê gotin "Qedexekirina PKK'ê" dûre jî ev yek bi gotina "Qedexekirina Karên PKK'ê" guhertin. Ne li Elmanya ne jî li devereke din a Ewropayê li ser navê PKK'ê saziyek yan jî nûneriyek nîne ku bê qedexekirin, ev dîtin. Di wan salan de ji xwe Elmanya nedikarîbû rêxistineke din a li erdnîgariyeke din qedexe bike.

Lewma bi "Qedexekirina Karên PKK'ê" re mîna kampanyayên ji bo PKK, propaganda PKK'ê gelek qedexe hatin derxistin. Qedexeya li ser komeleyan jî nerm kirin. Lê belê gelekî balkêş e, qedexeya li ser Berxwedan, ERNK, FEYKA-Kurdistan û komîteyên Kurdistanê ranekirin. Ez vekirî û zelal dibêjim; eger ew berxwedana gelê me nebûya, dê ji sedî sed komeleyên me jî qedexe bûna û îro ti komeleyên me nebûya.

Li aliyê din çi bû; Li şûna 20 komeleyên hatin qedexekirin, me di nava mehekê de 50 komele ava kirin. Piştî 6 meha jî di Adara sala 1994'an de me Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ava kirin. Navê FEYKA-Kurdistan li Fransayê dijî, navê federasyona me ya li Fransayê FEY-KA ye. Berxwedana li dijî qedexeya 26'ê Mijdarê û paşde gav avêtina dewletê ya di mijara komeleyan de nîşaneya xwedîderketina gelê me yê li Ewropa li têkoşîna li Kurdistanê ye.

“ELMANYAYÊ ZÛ BI POTANSIYELA ERNK'Ê HESIYA”

- Em hinekî li dema beriya 26'ê Mijdara 1993'an vegerin, çi bû pêvajoyeke bi wî rengî destpê kir? Çi bû ku Elmanya ji nişka ve tevgera Kurd anî pêşberî xwe?

Elmanyayê ji sala 1986'an û pê ve hewl da parçe bi parçe dorê li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bigire. Ji ber ku ERNK ya di sala 1985'an de ava bû, her çend mîna baskekî rêxistinekê bê dîtin jî, eniya yekitiya neteweyî bû. Di yekemîn salvegera wê de pîrozbahiyên Newrozê jî li her devera cîhanê bi heybet pêk dihatin. ERNK'ê komên olî yên cuda, çîn û komên pişeyî yên li Kurdistanê di nava xwe de vehewand. Çawa ku di Eniya Neteweyî ya li dijî Faşîzmê de ku piştî 12'ê Îlonê ava bû Kurdan rola pêşengiyê lîstin, ERNK'ê jî li Kurdisatnê gava yekemîn a rêxistinbûyîneke berfireh avêt.


Elmanya zû bi potansiyela ERNK'ê hesiya. Ji ber ku Elmanya li dijî rêxistinbûyînên gel xwedî ezmûn e. Mînak DKP (Partiya Komunîst a Elmanya) ji sala 1957'an û vir ve qedexe ye. Elmanya hingî bi awayekî zelal ev digot; bêyî destûra min ti sazî û rêxistin nikare li ser axa min bijî. Bi hin Kurdan serî da tewandin, bi hinekan nekarî serî bide tewandin, lewma ewçend li dijî Kurdan bi kîn û hêrs e. Lewma qedexeyê hînê dewam dike. Em vegerin sala 1986'an, bi qedexekirina pîrozbahiya Newroza Dûîsbûrgê dest bi kar kir, ku hingî Newroz ji aliyê 10 hezar mirovan ve hat pîrozkirin. Hin Kurdên li Swêdê bicih bûbûn bi pêşengiya Kemal Bûrkay paşgotiniya ku Serok Apo dê beşdarî vê pîrozbahiyê bibe, belav kirin. Di ser re belgeyeke nivîskî da îstîxbarat Elman û Elmanya li dijî me sor kir.

“LI PÊŞBERÎ ELMANIYA HUSEYÎN ÇELEBÎ BES KIRIN”

- Gelo agahiya hatina Ocalan çiqasî rast bû? We karîbûn şahiya xwe ya Newrozê lidar bixînin?

Her kes dizane ku şert û mercên ewçend luks tinebû ku di sala 1986'an de Birêz Ocalan karibe beşdarî şahiyeke li Elmanyayê bibe. Ji xwe ewlekariya wî jî nikarîbû bihata kirin. Wê demê ez bi xwe organîzatorê şahiyê bûm û min bi xwe salon girt. Hingî Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW bi telefonê ji min re got, "Tiştekî ez karibim bikim hîne, ferman ji cihekî bilind e." Li gelek cihan serdegirtin çê bûn, gelek otobanên li eyaletê hatin girtin. Ji bo pirsa we ya duyemîn; belê tevî qedexe û vê provokasyonê jî me şahiya xwe lidar xistin.

Elmanyayê dişopand ku tevger roj bi roj mezin dibe. Dadgeha Dusseldorfê di demeke bi vî rengî de derket holê. Li wê derê endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê hevalên Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan dihatin darizandin. Dixwazim detayeke din jî bidim; yek ji wan kesên li wir dihat darizandin Şehîd Huseyîn Çelebî bû. Lê belê li pêşberî wê Elmaniya wî ya xurt, bes kirin, hemû wergervanên wan ên bi pereyên mezin anîbûn jî, vala derdixist. Bi ti awayî destûr nedida ku bêhnok an jî peyvek şaş were wergerandin.

- ‘Doza Dusseldorfê’ li dijî tevgera Kurd Elmanya ber bi ku derê ve bir?

Dadgehên Dusseldorfê, hesabê derbkirina rêxistinê bû. Dixwestin ji asta jor destpê bikin û derbê li tevahiya rêxistinê bixe. Lê nihêrî ku nabe, piştre berê xwe dan kesên ku ji wan re digotin "berpirsyarên eyalet" û "berpirsyarê herêmê". Dema ev jî nebû berxwe da gel, bi betalkirina mafê penaberiyê û nedayîn mafê welatîbûnê gef li welatparêzan xwar. Gefa derxistin ji kar, qutkirina pereyê bêkariyê, mafên sîgortayê û dersînorkirinê li gelê me xwar. Bi rastî jî ev gel, çûbe ku derê li wir rastî zilmê hatiye.

‘TRAVMA JI BER QEDEXE Û SERDEGIRTINAN RÛ DA, MEZIN E’

- Vê rewşê di nava koçber û penaberên Kurd de rê li ber travmayeke çawa vekir?

Ev yek mijara lêkolîneke cidî ye û li ser vê dikare bi cîltan pirtûk werin nivîsandin. Keçên hin malbatên me yên welatparêz xistin rêyên nebaş, ciwanên welatparêzan avêtin nava çirava narkotîkê. Mînakên vê bi taybetî li bakurê Elmanyayê hatin jiyîn. Naxwe, dê Halîm Dener ê 16 salî bi tenê ji ber ala ERNK'ê daliqand gelo dê bi fîşeka polîsan bihata qetilkirin? Hêrs di wê astê de bû. Eger qaçaxçiyê esrarê ye Kurd e, eger bazirganê jinan û mirovan e Kurd e. Îmaja di wan salan de hat dayîn ev bû. Di ser re dema Kurd pênase dikirin digotin, "Kîloke toz, yek otobus" bikar dianîn. Lê dema Kurdek xwedî li nasnameya xwe ya siyasî û neteweyî derkeve, ew terorîst e, ew xetere ye.

Berê çawa ku Papa derket û ji ber piştgiriya ku Vatîka dabûn Naziyan lêborî xwest an jî serokwezîrê berê Wîlly Brand ket çonga û ji ber komkujiya Yahudiyan lêborîn xwest, dê rojek ji kurdan jî lêborîn bê xwestin. Çima hun dizanin gelo? Ji ber ku beyî sedem li ser van axan ji 10 hezarî zêdetir şehîdên kurdan hene.  Yanî ev der welatê ku li maf, azadî û demokrasiyê digeriyan bûn.   Ka we digot azadiya ramanê heye, her kes dikare fikra xwe bêje.  Ka we digotin em demokrasiyê îhracê her derê dikin? Li Berlînê  çar kurd çawa qetikirin, aşkera kirin, na.  An jî Eser Altiok kê anî asta ku dawî li jiyana xwe bîne.  Yekineyên vê dewletê anîn. Me Gulnaz Bagistan ya ku ji bo aştî û azdiyê ku di greva birçîbûnê de çawa şehîd ket me ji bîr nekiriye. 

Ev 36 sale ez li vî welatî me. Li hemberî kurdan çi hat jiyîn, wek duh tê hişê min. Hişê min hêj di cih deye. Ev bi salane ez di xebatên komeleyê de me. Ev nêzîkatiya li hemberî komeleyên me, êdî ez anîme asta bêzarbûnê.  Belê niha binêrin hevalên me yên ku nû îltîca kirine ji bo ku komeleyên me li ser piyan bigirin, kuponên xurekê xerc dikin. An jî bi şev û roj di komeleyên me de dixebitin.  Çawa êrîşê vî gelî kirin û her wih durutiya vê dewletê divê baş bê zanîn.

AMÛRÊN LEŞKERÎ BO HESTIRAN TAYBET DIHAT PAKÊT KIRIN

-Lê Elman, gelo dê bi piştgiriya xwe ya çekan ya ku ji bo şerê Kurdistanê da Tirkiyeyê re dê rû hev bê?

Belê min ê jî behsa wê dostaniya çekan bikira. Çek, tanq û balafirên ku Elmanyayê da artêşa tirk, sînorê wê tuen.  Gundên li Kurdistanê bi van çekan hatin şewitandin. Sivîl bi van hatin qetilkirin. Ez mînakek bidim we;  Fabrîkayaeke çekan ya Hannoverê amûrên çekan yên didin a artêşa tirk bi taybet ji bo ku li hestiran bê barkirin, pakêt dikirin.  Ka binêrin ev alî hatiye fikrîn.  Çima, ji ber ku leşkerên tirk li Çiyayê Kurdistanê zêde zehmetiyan nekişînin. Wan ji ber ku welatê me tunekirin îro em li vir penaberin.

Bê guman di nava Elmanyayê de kesên rêzdar û bi rumet hene. Yek ji van dema ku Halîm Dener hate qetilkirin şaredarê Hannoverê, Herbert Schmalstîeg bû. Schmalstîeg yek ji siyasetmedarên girîng yê dîroka siyasî ya Elmanyayê û delwet girt hemberî û di merasîma cenazeyê de ligel me cih girt. Siyasetmedarên wisa şahidê tiştên ku li kurdan hatine kirine. Elmanya bi salan di bin dagirgeriya Sovyet û rojava de ma. Li vir sembol, hêz û leşkerên gelek dewletan hebû. Mînak li Brandeburg Torê leşkerên Emarîkayê qezaya trafîkê jî bikira, mafê darizandina dadgehên Elman tunebû.  Lê dema dor tê me  polîtîkaya ‘doza xwînê’ tê meşandin.

LI ELMANYAYÊ HIQÛQ KOLEYÊ EDELETÊ YE

-Ev ‘konsepta Kurd’ ya Elmanyayê çawa ji bo welatên Ewropa bû mînak?
 
Heman konsept li welatên xwe ceribandin. Piştî Elmanyayê, Fransa, Îngîlîstan, Belçîka û Danîmarka li dijî Tevgera Kurd ketin nava hewldanan. Van welatan ji tecrubeyên Almanyayê fêde girtin û heta ev konsept ji vir îthal kirin.  Mînak Elmanyayê ji wan re digot; Ger hun saet di 3’an de bi ser malên wan de bigirin an jî hun vê rê biceribînin, hunê encamê bigirin. Ger ku ev ne konsepteke navnetewî de çima Elmanya berdide, Fransa dewr digire, Belçîka berdide, Danîmarka dewr digire. Ev xebateke koordînekiriye.

Di nuqteyeke din de jî; di esasê de Elmanya dewleta herî baş ya ku ji bo Kurdistanê navbeynkariyê bike ye. Ji ber ku hem hêza wê heye û hem jî  di pêvajoya ku Kurdistan parçekirin de welatê ku herî kêm rola wê heye.  Di rewşa ku Elmanya roleke bi vî rengî bigire de dê di demeke kurt de encam bê girtin. Lê çi bû; Ev rola Elmanyayê ya erênî di demeke kurd berovajî bû. Li Tirkiye û Kurdistanê alên Kurdistanê, posterên Ocalan serbestin lê li Elmanyayê qedexeye. Binêrin qedexeya PKK’ê bi biryara dadgehê pêk nehatiye, bi biryarnameya taybet ya wezareta karê hundir derxistiye pêk hatiye.

-Yanî bi qedexeyê edaleta siyasetê tune hat hesibandin?

Ev biryareke siyasiye. Hêj bi ser malên kurdan de digirin, li komeleyan lêgerîn tên kirin. Çima, ji ber ku îradeya siyasî vê dixwaze, ger li holê tunebe, biryareke ku edelet bigire nîne. Li hemû cîhanê jixwe hiqûq koleyê edeletê ye, lê ev li Elmanyayê zêdetire. Hela dema mijar bibi kurd, ez dijwartir dibe. Bi qedexeyan kurdan dikişînin nava şîdetê. Îdeologê CDU’ê Heinrich Lummer di wan salan de wiha gotibû: “Kî çi dibêje bila bêje, ger kurdan li ser axa me ev çalakî pêk neanîbana, kesî kurd cidî nedigirt.” Yanî kurdên li Elmanyayê bi qasî kurdên Tirkiye û Kurdistanê maf girtin.

SIBÊ

- Polîsên Elman çawa kirin dijminê kurdan?

-Rêxistina Parastina Mekeqanûnê: Bi qedexeyê hejmara PKK’iyan zêde bû

- Çîroka kurdên li Elmanyayê hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dan...